Li Geverê çeteyên AKP’ê wesayîteka sivîlan gulebaran kir: 2 kes bi giranî birîndar bûn

Li Geverê ku 17 roj in terora dewleta Tirk didome, hêzên dewletê maşîneya sivîlan li ser rêya Oremarê gulebaran kir. 2 kesên di maşîneyê de bi giranî birîndar bûn.

Li  Geverê ku 17 roj in terora dewleta Tirk didome, hêzên dewletê maşîneya sivîlan li ser rêya Oremarê gulebaran kir. 2 kesên di maşîneyê de bi giranî birîndar bûn. 

Li navçeya Gevera Colemêrgê 17 roj in terora dewleta Tirk didome. Li gundê Vezirava yê li ser Rêya Oremar û Geverê çeteyên AKP’ê  wesayîta  sivîl gulebaran kirin. Çeteyên qesrê  bi wesayîtên  zirxî yên Ranger, Kobra û panzeran maşîneya sivîl gulebaran kirin û 2 kes birîndar kirin. 2 kesên bi giranî birîndar bûn, bi ambûlansê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. 

Welatiyên li ser serê birîndaran kom bûn bi anonsên "Bicehemin" hatin hişyarkirin. Çeteyên AKP’ê  bi wesayiten zirxî û helîkopteran derdora gund  dorpêç kirin û bi ser gund de girtin. Li gundên ku tank jî lê bi cih bûne gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku bi helikopteran leşker sewqî gund hatin kirin. 
Dorpêç û rageşiya li gund didome.