Li Gebzeyê çalakiya nobetê ya dayikan dîsa hate astengkirin
Çalakiya rûniştinê ya xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de careke dî ji hêla polîsên Tirk ve hate astengkirin.
Çalakiya rûniştinê ya xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de careke dî ji hêla polîsên Tirk ve hate astengkirin.
Xizmên girtiyên ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di greva birçîbûnê de ne ji 9'ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê dikin.
Çalakiya dayikan a bi mebesta ku dengê girtiyên di grevê de bidi bihîstin roja 20'an dîsa hate astengkirin.
Di çalakiyê de Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya ESP'ê, Federasyona Komalên Ciwanên Soyalîst (SDGF), Jinên Ciwan ên Azad (OGK), Weqfa Lêkolîna Perwerdehiya Zanistî Estetîk Çand û Hunerê (BEKSAV), endamên ESP'ê yên ku ev 3 roj in di greva birçîbûnê de ne, hazir bûn.
Malbatên ku li avahiya Rêxistina Navçeyê ya Gebzeyê ya HDP'ê hatin cem hev, dema ku ber bi wesayitên xwe dimeşiyan, polîsan ew asteng kirin.
Malbatan li dijî polîsan helwesta nîşan dan û gotin, ''Em ji bo zarokên xwe li vir in. Hûn çi jî bikni em dev jê naqerin'' û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Polîsan dora malbatan dorpêç kir û gotin, ''Heke hûn li vir rûnin em ê we destgîr bikni'' û gef li malbatan xwarin.
Li ser vê malbatan gotin, ''Heta ku parêzerên me neyên em ranabin. Hûn destgîr jî bikin, me li vir bikujîn, em ranabin.''
Polîsan êrîş bi ser malbatan de birin, bi zorê her kes rakirin. Malbatan li dijî polîsan helwest nîşan dan û vegeriyan avahiya navçeyê. Malbatan diyar kirin sibe jî ew ê çalakiyê bidomînin.