Li Gaziyê pevçûn çênebû, Gonen bi plan hate qetilkirin

Li Gaziyê pevçûn çênebû, Gonen bi plan hate qetilkirin

Hate zanîn ku li taxa gazî di navbera polîsan de pevçûn çêbûye û Haan Selîm Gonen di pevçûnan de bi giranî birîndar bûye û jiyana xwe ji dest daye. Buroya Hiqûqê ya Gel jî diyar kir ku muwekîlê wan Hasan Selîm Gonen û Sultan Işikli ji aliyê polîsan ve hatiye hedefgirtin û ev yek bi plan hatiye kirin.

Hasan Selîm Gonen duh di pevçûnê Gazî de birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehiyê ya Okmeydanê. TAYAD’ê der barê mijarê de daxuyanî da û wiha got Gonen hedef hatiye nîşandan û wiha got: “Piştre emê der barê mijarê de agahiyê bidin.”

Parêzerên Buroya Huqûqê ya Gel jî daxuyaniyek der barê Gonen de da û wiha got: “Di 16 hezîranê piştî kuştina polîsekî du hemû mafên gumanbar û muhakemeya cezayê ya muwekîlên me tune hatin hesibandin û hedef hatin nîşandan.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wekî ku her du muwekîlên wan faîlên bûyerê bûn dîtin û fermana kuştina wan hatiye dayîn. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 20’ê tîrmehê de muwekîlên me Hasan Selîm Gonen û Sultan Işikli li teqsiyekê siwar bibûn û ji aliyê wesayîta polîsa a sivîl ve rasterast hatiye gulebarankirin. Wekî ku me berê jî ku ew bi komkujiyekê re rû bir û ma. Piştî ku gulebaran qediya agahî dan ekîbên fermî yên polîsan. Balkêş e ku nûçe jî wekî ku pevçûn çêbûye nîşan dan. Hasan Selîm bê deng rakirin nexweşxaneyê û Sultan jî ku tu eleqeya wê bi bûyerê nîne hatiye binçavkirin.