Li Gaziyê pevçûn
Li ser êrîşa polîsan a li hemberî ciwanên ku li Taxa Gazî ya Stenbolê terora dewletê ya li Kurdistanê protesto dikirin, pevçûn derket.
Li ser êrîşa polîsan a li hemberî ciwanên ku li Taxa Gazî ya Stenbolê terora dewletê ya li Kurdistanê protesto dikirin, pevçûn derket.
Pevçûnên ku li ser êrîşa polîsan a li hemberî ciwanên ku li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê bi armanca protestokirina teora dewletê ya li Kurdistanê û piştgiridayina berxwedana xwerêveberiyê daketin kolanan destpê kir, dewam dike. Pevçûna li ser êrîşa polîsan a li dijî endamên Yekîtiya Xwendekarên Amadehiyê (LOB) derket, li tevahiya taxê belav bû.
Ciwanên li pişt barîqatan li hember êrîşên polîsan li ber xwe didin, bi molotofekê wesayîta zirxî di nav agir de hiştin, tax veguheriye qada şer.
Pevçûna ku di navbera ciwanên li piştî barîqatên li kolanan xweparastinê pêş dixin û polîsan her diçe dijwar dibe, dewam dike.