Li Ewropayê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê

Li Ewropayê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê

15’ê Tebaxê li gelek welatên Ewropayê ji aliyÊ Kurdistanê ve bi girseyî hat pîrozkirin. Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê, li ber Konseya Ewropayê ya ku çalakiya nobetê li wir heye, hat pîrozkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Di çalakiyên Kurdistaniyan ên li bajarê Montpeiller a Franse, Aachema Almanyayê hatin lidarxistin de berxwedana gerîlayan a li Şemizînan û têkoşîan gelê Rojavayê Kurdistanê hate silavkirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê li Strasbourgê bi şahiyan hate pîrozkirin. Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê, li ber Konseya Ewropayê ya ku çalakiya nobetê li wir heye, hat pîrozkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Gelek Kurdistanî beşdarî şaiyê bûn û Kurdên li bajarê Alsace-Lorraine û li bajarê Kehl ê Almanayayê dijîn j jî beşdar bûn.

ÇALAKIYA NOBETÊ DI ROJA 53’YEMÎN DE YE

Çalakî bi rêzgirtina kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û pitşre der barê 15’ê Tebaxê de axaftin hatin kirin. Siyasetmedarê Kurd Hesen Perî, di axaftina xwe de diyar kir ku 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdan de mîladek e. Perî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û banga xurtkirina têkoşînê û yekitiya neteeyî li Kurdan kir.

Pitşre endamê KNK’ê hunermend Alî Matur û Grup Mozaîk derketin ser dike stran strîn. Şahî bi govendê bi dawî bû.

LI MONTPEILLERÊ PÎROZBAHIYA BI KARWAN

Li bajarê Franse Montpeilerê jî Kurdan bi karwaneke wesayîtan a li nava bajêr 15’ê Tebaxê pîrooz kir. Kurdan di tûra xwe ya li navçeya Palavas a turîstîk de bala turîstan kişand ser xwe.

Pîrozbahî duh saet di 19.00 de ji Komeleya Çandê ya Mala Kurdan bi karwanekê dest pê kir û li navçeya Palavasê bi dawî bû. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan.

LI AACHENÊ ŞOREŞA ROJAVA HAT SILAVKIRIN

Kurdên li bajarê Aachen ê Almanyayê dijîn, jî Navenda Çandê ya Kurdan a Aahenê şahiyek li dar xistin 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di şahiyê de Serokê Komeleya Kurdan Îsmaîl Gunaydin axivî û şoreşa gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê silav kir.

Piştre, ji aktîvîstên jin Zîlan Serhat axivî û destnîşan kir Kurd îro ji her demê zêdetirê nêzî azadiyê ne. Serhat desntîşna kir ku têkoşîn bi ruhê 15’ê Tebaxê li her derê belav bûye û didome.

Piştî axaftinan peyamên KCK, PAJK û HPG’ê yên ji bo 15’ê Tebaxê hatin xwendin û sînevîzyon hatin nîşandan. Şahî bi govenda li ber stranên hunermend Ronî Erez bi dawî bû.