Bi nêzîkbûna pêngava 15’ê Tebaxê re pîrozbahiyên Ewropayê dest pê kirin. Li bajarê Dortmund a Almanyayê bernameyeke hate organîzekirin û di bernameyê de operasyona şoreşger a Şemzînanê û serkeftina gel a Rojavayê Kurdistanê hate silavkirin.
Kurdên li Dortmund a Almanyayê dijîn bi wesîleya 28’emîn salvegera 15’ê tebaxê ku dîroka destpêka têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ye şevek organîzekirin.
Pêşkevana şevê Amele bû. Di nav de nûnerên BDP, KNK, Civaka îslamî ya Kurditanê CÎK û PYD’ê jî hebûn gelek kes tevlî şevê bûn. Di şevê de operasyona Şemzînanê û serkeftina gelê Rojava hate silavkirin.
Sînevîzyoneke ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihate hate nîşandan û her wiha peyama serokê Konseya Giştî ya Rêveberiya KCK’ê Murat Karayilan bi vîdeoyê hate nîşandan. Ligel vê nûnerên saziyan jî axaftin kirin.
Nûnerên Ewropayê yê PYD’ê Ebdulselam Mustefa bal kişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê û wiha got: “15’ê Tebaxê roja vejîna Kurdan e. Ev vejîn temam bû. gelê kurd ber bi şoreşê ve dimeşe. Tu hêz nekare vê bide sekinandin. Serkeftina gelê Rojavayê Kurdistanê dê li parçeyên din jî xwe bide nîşandan û dê Kurdistanan Azad a Demokratîk bê avakirin.”
Parlamenter Nazmî Gur jî 15’ê Tebaxê ji aliyê Gelê kurd ve wekî cejna vejînê tê pêşwazî kirin û wiha got: “ 15’ê tebaxên serhildanan Kurdistanê ye. Vê vejînê em anîn cem hev. Kurdistana ku li çar parçeyan hate veqetadin bi ruhê 15’ê Tebaxê tê gel hev.”
Her wiha hunermend Seyîtxan, Sosin, Rêzan Hîp Hop, Çetîn Oraner û gelek hunermendên din jî stranên xwe vegotin.
Kesên tevli bûn jî fitara xwe li wir vekirin.