Li Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li grevên birçîbûnê
Ji bo xwedîderketina li berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûnê, li Ewropayê çalakî didomin.
Ji bo xwedîderketina li berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûnê, li Ewropayê çalakî didomin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, komek ji ciwanên Kurd û Enternasyonal daketin qadan û rojiya mirinê ya ku doh dest pê kir, silav kir.
Ciwanan li Keuptstrasseyê rê li trafîkê girtin, aleke mezin a PKK'ê, alên MLKP'ê û wêneyên Ocalan hildan. Di çalakiyê de meşale hatin hildan û fîşekên hewayî hatin teqandin.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê, ciwanan li şaxê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çalakiyek pêk anîn û bi rayedaran re rûniştin. Rêxistina Ciwanên Sosyalîst (Young Struggle) jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de li ser berxwedana grevên birçîbûnê agahî hatin dayin.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Platforma Piştevaniyê ya Grevên Birçîbûnê li Barfusserplatzê pêk hat. Li ser berxwedêrên greva birçîbûnê gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.