Kurdên Ermenîstanê bi boneya 28’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê ji gelek navçe û bajaran hatin bajarê Abaran gundê Elegezê û cejna vejînê bi coş pîroz kirin.
Kurdên bajarên Îçmezdîn-Talîn, Êrîvan, Hoktonberyanê li hev kom bûn û Xweseriya Demokratîk ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin û hemleya şoreşgerî ku îro li Şemîzdînanê tê meşandin silav kirin.
Li cihê pîrozbahiyê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, wêneyê fermandarê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) hate hildan. Di pîrozbahiyê de di kesayeta Fermandarê mezin Mahsum Korkmaz de ji bo tevahî şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.
Axaftina vekirinê ji aliyê endamê Komîteya Kurdistanê Xebat Ararat ve hate kirin. Ararat destpêka axaftina xwede diyar kir guleya yekemîn di ruh û mejiyê Kurdan de tirsa heyî revand. Ararat wiha got:“ Ev cejnek pîroz e, ji ber ku guleya yekemîn ne tenê li beranber dijmin hat teqandin, heman demê di ruh û mejiyê kurdan de qerekolên tirsê ku ji aliyê dijmin ve hatî avakirin rûxand. Ji wê rojê hate îro gelê kurd bi fedekariyeke mezin vê rojê pêşwazî dike. Encama vê pêngavê jî li Rojavayê Kurdistanê xweseriya demokratîk ku ji aliyê gel ve hatiye avakirin û hemla şoreşgerî ku li Şemîzdînanê berdewam dike ye. Ev destkeftên pêngava 15’ê Tebaxê û berxwedana gelê kurd e”.
Piştî Xebat Ararat Seroka Komîteya Kurdistanê û endama KNK’ê Jenya Qadir axivî û axaftina xwe de pêngava 15’ê Tebaxê destpêkê li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê û gelê Kurd pîroz kir. Qadir bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe de wiha got: “ Rêber Apo gelê Kurd ji tunebûnê rizgar kir. Şiyar bûna gelê Kurd û pêngava 15’ê Tebaxê bi saya rêber Apo pêk hat. Lê ev 13 sale li zindana Îmraliyê de dibin tecrîde girande tê hiştin. Nêzî salekê ye nahêlîn parêzerên wî pêre hevdîtinê pêk bînin. Gelê kurd ji fikra wî bê par dihêlin. Ez ser navê gelê kurdên ku li Ermenîstanê dijî vê yekê şemezar dikim. Heman demê destkeftinên ku îro gelê me yê Rojavayê kurdistanê bi dest xistiye û xweseriya xwe îlan kiriye û gel bi xwe xwe rêve dibe silav dikim. Ez vê rojê li wana û tevahî gelê Kurd pîroz dikim”.
Di pîrozbahiyê de nivîskar û rewşenbîrê navdar Emerîkê Serdar diyar kir ku bi 15’ê Tebaxê ji nuve dîrokek hat afirandin û wiha got: “Dewleta Tirk bi taybet piştî serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê bi alîkariya dewletên Îngilîz tevkujiya ku dayî meşandin şunde digot me li çiyayê Agirî mezelek çêkiriye û hemû Kurd bin ax kirine. Digotin pirsa Kurdan êdî xilas bû. Piştî tevkujiyên mezin Rêber Apo dest bi şoreşeke dîrokî kir û bi pêngava 15’ê Tebaxê ji nû ve dîrokek hat afirindan. Kurd ji nû ve şiyar bûn û vegeriyan. Ji bo vê yekê ez vê rojê di serî de li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê li gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê pîroz dikim”.
Piştî axaftinan hunermendên herêmî Tamîla Hesen, Miraliyê Feyzo derketin ser dikê û starên xwe pêşkêş kirin.
Cejin bi dirûşmeyê ‘Bijî serok Apo’, ‘Şemîd namirin’ û govendê bi dawî bû.