Piştî teqîna li nêzî Navenda Polîsan ya Karşiyaka ya Dîlokê û 8 kes mirîn, 64 kes birîndar bûyî li Enqereyê maseya krîzê hate avakirin.
Maseya krîzê ya di bin serokatiya Wezîra Polîtîkaya Malbat û Civakî Fatma Şahîn tiştên dema teqîn û piştî teqînê jiyanbûyî girtin dest. Hate ragihandin ku, tedbîrên dê di maseya krîzê de bêne girtin jî hatine axiftin. Weke din jî Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn û Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Kiliçlar dê sibe biçin herêma teqînê û vekolînan pêk bînin.