Nivîskar û lêkolîner Fîkret Başkaya, di panela bi navê “Rojhilata Navîn Sûriye û Kurd" de diyar kir ku, şerê li Sûriye pêk tê ne bi daxwaza gelê herêmê, bi daxwaza hêzên emperyalizmê pêk tê. Başkaya da zanîn ku, armanca sereke dixwazin darbeyê li tifaqa Îran, Rûsya Çîn û Hîndîstanê bidin û enerjiya heyî li hev parve bikin û wiha got: "Dibe ku şerê herêmî û şerê cîhanê jî çê bibe. Kurdan bi sekna xwe ya bi awil û rewa geşedanan vedigerînin lehê xwe."
Rêxistina BDP'ê ya Çankayayê li avahiya xwe panela bi navê “Rojhilata Navîn Sûriye û Kurd" pêk anî. Di panelê de nivîskar Fikret Başkaya û Rojnameger Bereket Kar pêşkêşî kirin. Pêşkêşvanê panelê Mehmet Can anî ziman ku, di vê pêvajoyê de hewldan û berxwedana kurdên Sûriyeyê pir watedar û girînge. Nivîskar Fikret Başkaya jî anî ziman ku nêzî 100 salin li Rojhilata navîn şereki dijwar heye. Hebûna dewletek Siyonist bi serê xwe wateya şere.
ROJHILATA NAVÎN NAVENDA CÎHANÊ YE
Başkaya anî ziman ku, erdnîgariya Rojhilata navîn navenda cihanê ye û wiha berdewam kir: "Ji ber aliyê xwe yê jeo-stratejik hêzên Hegamonik çavê wan li ser vê axê ne. Li ser vê axê di nava hewldanên şer û pevçûnê dene. DYA hebûna xwe ya li ser cîhanê tenê bi şer dimeşîne.Welatên rojava dibe ku her tiştî winda bikin."
'DIBE ŞERÊ HERÊMÎ Û HETA ŞERÊ CÎHANÊ JÎ PÊK BÊ'
Başkaya da zanîn ku, armanca DYA'yê ya sereke ne Sûriye û bi rêya Sûriyê tifaqa Îran, Rûsya Çîn û Hîndistanê xera bike û wiha axivî: "Dixwazin pişti tifaqê xera bikin enerjiya li herêmê li hev par ve bikin. Berê di hedefa DYA'yê de Sûrî, Efxanîstan, Irak, Lubnan, Somalî, Libya û Sudan hebûn. Lê mudaxaleyî gelek welatan kir. Niha tenê Sûrî maye. Dixwazin bi riya Sûrî Rusya, Îran û Çînê jî bikişinîne nava şer. Ji ber vê yekê dibe şerê cîhanê jî pêk bê. Gel şer naxwaze hêzên emperyalîst vî şerî dixwazin. DYA, Îngîlîstan, Siûdî Erebîstan û Katar vî şerî dixwazin. Dixwazin Tirkiyeyê wekî baragehê bikar bînin. Ev yek wekî çavkaniya fînansmanê ya Siudî Erebistanê û Katarê ye.
‘MEDYA WEKÎ ÇEKÊN ÎMHAYA GIRSEYÊ DIXEBITE'
Başkaya helwesta medyayê jî rexne kir û da zanîn ku, medya wekî çekên îmhaya girseyî dixebitin û rê li pêşiya şerekî nû vedikin. Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.