Li Enqereyê lihevkirina qirêj a li ser Cerablûs-Ezazê
Maseya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê li Enqereyê civînek lidar xist. Li ser DYA, Tirkiye û PDK'ê hin kes tevlî vê civînê bûn.
Maseya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê li Enqereyê civînek lidar xist. Li ser DYA, Tirkiye û PDK'ê hin kes tevlî vê civînê bûn.
Maseya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê li Enqereyê civînek lidar xist. Li ser DYA, Tirkiye û PDK'ê hin kes tevlî vê civînê bûn. Hat hînbûn di civînê de kar û barên ji bo xeta Ezaz-Raî-Cerablûs nekeve destê hêzên QSD'ê hatin nirxandin û di vê çarçoveyê de biryar hatin stendin. Li gorî vê yekê, ev xet wê radestî 'Artêşa Sûriyeya Azad' ku hewl tê dayîn ji nû ve bê zindîkirin, were kirin. Ev hêzên weke 'Artêşa Sûriyeya Azad' tên bilêvkirin jî ji kes û komên beriya niha li herêmê li ser navê Tirkiyeyê şer kirin, pêk t^.e
BEŞDARÊN CIVÎNÊ
Civîn di 8'ê Nîsanê de li Enqereyê pêk hat û ji aliyê Kordînatoriya Tevgera Maseya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê ve hat organîzekirin. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya DYA Mîchael Ratney tevlî civînê bû. Tevî Ratney kesek li ser navê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, kesek li ser navê PDK'ê tevlî bûn. Di civînê de nûnerên Sûltan Mûrad, Suxur Cebel, Lîwa Notesim, Lîwa Usud Ezaz, Ceyşe El Şavel, Feylan El Şam, Ceyş El Îslam, Ehrar Sûriye û Ehfad-i Selahattîn amade bûn. Dİ civînê de li sernavê koman Ahmet Îsa, Aseytan El Turkmenî, Ahmet Afaş, Mûxtar, Zekî Mele Hecî, Ebû Macî hebûn.
ARMANC ÇI YE?
Derket holê ku civîna li Enqereyê, ji bo wergirtina 'tedbîrên' li hemberî Kantonên Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hatiye lidarxistin. Xuya ye nuqteya herî girîng ew e, ku hevkarên stratejîk Tirkiye-PDK û welatên mîna Siûdî wê çiqasî bandorê li Sûriyeyê û Rojava bikin û çiqasî karibin pêşî li Kurdan bigirin. Ev yek planeke nû nîne. Lê belê tê xwestin bi awayekî nûkirî ji nû ve bi cih were anîn. Armanca bingehîn a vê planê, zelalkirina bandora Tirkiye û PDK'ê ya li ser Rojava ye. Plan nîşan dide ku li rojhilat û rojavayê Firatê polîtîkayeke çawa tê meşandin û wê bê meşandin. Ji xwe derdikeve holê herêma bicihanîna planê jî herêm navbera Cerablûs-Raî-Ezaz e.
Di civînê de, ji bo herêma ji 98 kîlometreyî ya ji Cerablûs heta Ezazê radestî komên ser bi Tirkiye-PDK û Siûdiyan bê kirin, rê û rêbaz hatin nîqaşkirin. Ji bo vê jî, gava destpêkê vegirtina hêzên QSD'ê ji vê herêmê ye. Li ser rê û rêbaza dûrxistina ji herêmê biryar hatiye dayîn. Gava duyemîn jî wê komên tevlî civînê bûne li vê herêmê werin bicihkirin. Wê ji hêzên QSD'ê re bê gotin, 'herêm di destê komên artêşa azad de ye' û bi vî rengî hewl were dayîn hêzên QSD'ê ji herêmê werin vegirtin. Û eger li hemberî komên li vê herêmê hewldanek were kirin wê ev rewş weke 'hezên QSD'ê êrîşî komên artêşa azad dikin' bê nirxandin.
BIRYARA 'EZAZ WÊ RADESTÎ KÊ BÊ KIRIN'
Heman piştî biryarên di vê civînê de hatin wergirtin, bi radestkirin-teslîmgirtinê re DAIŞ ji Raî derket û ev der ji komên li civînê amade re hişt. Piştî sê rojan di bin navê êrîşa li hemberî Raî ji nû ve berê xwe dayê. Vê carê ji bo plana cuda ya Tirkiyeyê bi cih bîne, ket nava tevgerê. DAIŞ'ê di êrîşa xwe ya vê carê de hawanên xwe yekser avêt Kîlîsê. Ev yek jî encama plana A. Davûtoglû, F. Sînîrlîoglû û H. Fîdan e, ku berî du salan ji bo sedemek ji dagirkirina Sûriye û Rojava re bafirîne, ev plan derxistin holê.
Di civînê de, piştî teslîmirina Raî nîqaş hat kirin ku Ezaz radestî kê were kirin û li ser vê biryar hat stendin. Li gorî biryara hatiye stendin, wê di bin kordînatoriya Tirkiyeyê de radestî Ahmet Afaş ê bi navê Ezaz Ehrar Sûriye tevlî civînê bû, were kirin. Afaş wê bi komeke çekdar a ji 200 kesî bikeve Ezazê û Ezazê bi dest bixe. Afaş ji sala 2012'an û vir ve li derdora Helebê li ser navê Tirkiyeyê şer dike. Li derdora Helebê weke kesekî bi dizî, talan, revandin û kuştina mirovan tê naskirin. Piştî ku Ezaz ji A. Afaş re hat hiştin, wê hêza van komên li herêmê bê xurtkirin û hejmara bigihêje bi qasî 2000 kesî.
GEFA TIRKIYEYÊ
Piştî civînê êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd zêde bûn. Hînê jî bi dijwarî dewam dikin. Li ser civînê ti daxuyanî li çapemeniyê nehat kirin. Lê belê daxuyaniyên piştî civînê hatin dayîn, naveroka civînê eşkere dikin. Daxuyaniya destpêkê ya piştî civînê ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû hat. Çavûşoglû diyar kir ku xeta Ezaz-Raî-Cerablûs 'xeta wan a sor e' û ew ê êrîşek li hemberî vê herêmê weke li hemberî xwe bibînin. Da xuyakirin ku ew dixwaze ev herêm ji aliyê komên ser bi 'artêşa azad' ve bê kontrolkirin.
Daxuyaniyeke din jî li ser navê Cephe Şamî ji Ahmed Mûhammed hat. Mûhammed îdîa dike ku wan li sivîlên li Şêxmedsûd nexistine. Dixwaze sivîl ji wir derkevin. Daxuyaniyên Mûhammed nîşan dide ku di civînê de li ser Şêxmeqsûd jî biryar hatine girtin. Di heman demê de polîtîkayên Recep Tayyîp Erdogan û AKP'ê yên ji bo guhertina rewşa demografîk a li herêmê radixe pêş çavan. Ji roja ragihandina agirbesta li Sûriyeyê û vir ve êrîşên li ser Şêxmeqsûd, Efrîn û Şehbayê kêm nabe. Di heman demê de li hemberî van êrîşan ti nerazîbûnek jî heta niha nehatiye nîşandan. Ev yek jî nîşan dide ku agirbest ji bo Kurdan derbas nabe.
GELO PLAN DIKARE BI SER KEVE?
Nayê zanîn ku ev plan û biryarên hatine stendin çiqasî bi cih werin anîn. Hemû welatên tevlî civînê bûne, her çend li hev kiribin jî her welat xwedî plan û polîtîkayeke serbixwe ye. Lewma pêkan e plan bi ser nekeve. Ji ber ku hînê ev plan bi temamî neketibû meriyetê, Tirkiye ji nû ve plana xwe ya dagirkirina Sûriyeyê xist rojevê. Vegera DAIŞ'ê li Raî û avêtina fuze, hawan û roketan ber bi aliyê Kîlîsê ve nîşan dide, ku Tirkiyeyê plana xwe xistiye dewrê. Bêguman DYA jî li gorî xwe xwedî gelek planan e. Di dema pêş de bicihhatin an jî pêknehatina biryarên hatine stendin, wê rêveçûna dema pêş û encamên gengaz, zelal bibe.