Civîna Ewlekariyê di bin serokatiya Serokwezîrê Tirk Erdogan de li Avahiya Navendê ya Serokwezaretê kom bûn. Tê payîn ku di civînê de dê rewşa Sûriyeyê û operasyonên artêşa Tirk yên li dijî gêrîlayan bên nirxandin.
Civîna Ewlekariyê di bin serokatiya Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de kom bû. Serfermandarê Giştî yê Tirk Orgeneral Necdet Ozael, Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan û Musteşarê Serokwezîrtiyê Efkan Ala tevlî civînê bûn.
Di civîna ku dê pêşketinên Sûriyeyê bêne gotûbêjkirin, her wiha dê operasyonên leşkerî yên li dijî gêrîlayên PKK’ê jî bêne nîqaşkirin. Lê belê hate ragihandin ku, madeya herî bingehîn ya rojeva civînê dê bibe Rojavayê Kurdistanê ku dest danîne ser gelek rêveberiyên bajaran, çekên kîmyewî yên Sûriyeyê û li beramberî vê tedbîrên bên girtin.