Li Enqereyê 14 kes hatin girtin
Ji 21 kesên 'têkildarî çalakiya li Enqereyê hatin binçavkirin' 14 hatin girtin.
Ji 21 kesên 'têkildarî çalakiya li Enqereyê hatin binçavkirin' 14 hatin girtin.
Têkîldarî teqîna ku ji aliyê TAK'ê ve li Enqereyê pêk hat 21 kesên ku ji bajarên cuda hatin binçavkirin û anîn Enqereyê piştî ragirtina li emniyetê duh danê sibehê derxistin edliyeyê. Ji kesên ku îfadeyên wan li dozgeriyê hate wergirtin 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Sûlhê hatin kirin, 7 kes jî hatin berdan.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin girtin 14 kes bi îdiaya ku "alîkarîdane rêxistina terorê" "di belgeya fermî de sextekarî kirine" "sazî dezgehên cemaweriyê wekî navbeynkar bi kar anîne û sextekarî kirine" hatin girtin.