Li Elmanyayê wê Mîhrîcana Zarokan bê lidarxistin

TEV-ÇAND û NAV-DEM wê 13-19’ê Nîsanê li Bremenê Mîhrîcana Zarokan li dar bixe.

Li Elmanyayê, 13-19’ê Nîsanê bi bernameyek cur bi cur ve wê Mîhrîcana Zarokan bê lidarxistin.

TEV-ÇAND û NAV-DEM wê 13-19’ê Nîsanê li Bremenê Mîhrîcana Zarokan li dar bixe.

BERNAME

Têkîldarî mîhrîcana ku di heman demê de wê li dik û qadên cuda bê lidarxistin, ev agahî hatin dayîn: “Wê xebatên wek Konê Nasîna Çanda Kurd û Pêşendanan, Dika Bernameya Çandê, Amfiya Şanoyê, Lîstikên Zarokên Kurdistanê, Konê Şahî û Qabîliyetê Zarokan di heman demê de bên meşandin. Her wiha ji bo bi zarokan re bibin alîkar wê 20 kesên ku pedagog, psîkolog û mamostayên dibistana dayikê yên dildar wezîfeyê bigirin.”

Bernameya mîhrîcanê jî wiha ye:

1- Konê Nasîna Çanda Kurd û Pêşendanan: Karên dest û hunerên li Kurdistanê wê bên nasîn
Pêşendan:

-Dîrok û Erdnîgariya Kurdistanê, Alî Huseyîn Kerîm,

-Çîrokvan, Dayika Gulê û Hevala Fatma,

-Ziman û Çanda Kurd, Ronî Stêrk,
 
2- Dika Bernameya Çandê:

-Koroyên Zarokan: Bremen (Zarokên Aram Tîgran), Berlîn (Zarokên Rojê), Kîel, Saarbrucken (Dengê Mezapotamya), Hildesheim, Nienburg (Zarokên Rojê), Koroyên Zarokan a Hambûrg û Koroya Zarokan a Koma Rojava."

 -Folklor: Oldenburg, Bremen (Zarokên Aram Tîgran), Ekîbên Folklorê yên Zarokan a Koln.

 -Qeşmer û sêhrbaz.

-Peyam:

 -Komên zarokên gelê cuda

Koma Sazê ya Mala Cem a Bremen, Koma Semahê ya Zarokan a Dergaha li Hamburgê, Komên Zarokên Elman
3- Amfiyê Şanoyê: 

Komên Şanoya Zarokan a Berlin (Zarokên Rojê), Bremen (Zarokên Aram Tîgran), Bremen (Koma Rojava) 

4- Lîstikên Zarokên Kurdistan
Hêka li ser kevçî,  pêşbirka mast, destmal, werîs kişandin, pêşbirka kîs
5 – Konê Şahî û Qabîliyetan:

Wêne, boyaxkirina rûyan, maske û xebatên boyaxê

6- Merasîma Xelat û Belgeya Tevlîbûnê."