Li Elmanyayê panela "100 saliya Qirkirina Ermeniyan"

Prof. Mîhram Dabag ê li panela "100 saliya Qirkirina Ermeniyan" ya li Elmanyayê axivî destnîşan kir, ku divê rola tevgera Kurd a li Rojhilata Navîn girtiye ser milê xwe, were destekkirin.

Prof. Mîhram Dabag ê li panela "100 saliya Qirkirina Ermeniyan" ya li Elmanyayê axivî destnîşan kir, ku divê rola tevgera Kurd a li Rojhilata Navîn girtiye ser milê xwe, were destekkirin.

Li bajarê Elmanya Hagenê, Enstîtuya Kurd li salona konferansê ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk panelek bi serenavê "100 saliya Qirkirina Ermeniyan" lidar xist.

Di panelê de, ji Komîteya Ermenî ya Elmanya Prof. Dr. Mîhram Dabag, ji civata Êzidiyan Berdevkê Însiyatîfa Otonomî ji bo Şengalê dîroknas Aslan Kizilhan, ji Tirkiyeyê Parêzer Erdal Dogan, Nûnerê gelê Asûrî-Suryanî ji Federasyona Gelên Mezopotamyayê Sosyolog Kenan Araz, Serokê Civata Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Tûrhanlli amade bûn. 

Panela ku ji aliyê rojnamevan Huseyîn Narli ve hat birêvebirin, axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Enstîtuyê Fevzî Ozmen ve hat kirin.

PROF. DABAG: DIVÊ TEVGERA KURD BI BALDARÎ WERE ŞOPANDIN, DESTEKKIRIN

Prof. Dr. Mîhram Dabag bi serenavê "Sala 100. a Qirkirina Ermeniyan" pêşkêşiyek kir û anî ziman ku Qirkirina 1915'an ji xeleka zincîra komkujiyan wêdetir, destpêka bicihkirina nasnameyeke nû, destpêka bicihkirina Tirkîtiyê ye. Prof. Dr. Dabag diyar kir ku her komkujî ne qirkirine, têgîna qirkirinê di sedsala 20'an de şikestina di rûniştandina nasnameyê de îfade dike. Prof. Dabag komkujiyên DAIŞ dike jî di vê kategoriyê de nirxand û anî ziman ku tevgera siyasî ya Kurd gavên gelekî girîng avêtiye. Prof. Dabag destnîşan kir ku divê ev hemû bi tecrûbeyên dîrokî bi baldarî werin şopandin û destekkirin.

'DESTEKA HÊZÊN ROJAVA JIYANÎ Û DÎROKÎ BÛ'

Dîroknas Aslan Kizilhan jî dîroka fermana li hemberî Êzidiyan vegot. Kizilhan bal kişand ser pêşhukmên der dorên Îslamî yên li hemberî Êzidiyan û anî ziman ku têkoşîna li hemberî van pêşhukman ji bo yekîtiya Kurdan gelekî girîng e. 

Kizilhan şaşitî û qelsiyên rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya berî û piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê rexne kir û destnîşan kir ku desteka hêzên Rojava jiyanî û dîrokî bû.

Parêzer Erdal Dogan jî di axaftina xwe de ji aliyê dîrokî û rojane ve zextên li hemberî Ermenî û Xiristiyanan nirxand, bal kişand ser rû bi rûbûna dîrokê û rola tevgera azadiyê ya Kurd û HDP'ê destnîşan kir.

Sosyolog Kenan Araz di axaftina xwe de êrîşên DAIŞ'ê nirxand û Serokê Civata Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Tûrhalli jî komkujî û êrîşên DAIŞ'ê lanet kir.