Li Edeneyê şahiya 15'ê Tebaxê

Li Edeneyê şahiya 15'ê Tebaxê

Înîsiyatîfa Gel ya Çûkûrovayê bi boneya 28'emîn salvegera 15'ê Tebaxê li navçeyên Seyhan û Yuregir ya Edeneyê şahî li darxist.

Înîsiyatîfa Gel ya Çûkûrovayê, bi boneya 28'emîn salvegera pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an ku PKK'ê dest bi têkoşîna çekê kiriye, li taxên 19 Mayis û Denîzlî yên navçeyên Seyhan û Yuregîr şahî li darxist. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî 15'ê Tebaxê, "Şehîd namirin" hatin berz kirin. Bi sedan kesên beşdarî şahiyê bûn li ber stranên ku hunermendên NÇM'ê gotin govend gerandin. Şahî heta derengê şevê dom kir.

Balkêşe ku polîsan li taxên piranî Kaurd li wir dijîn hatine dorpêç kirin.