Li bajarê Tirkiye Edeneyê ku hejmarek zêde ya Kurdan lê dijî, polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin û bi hinceta “alîgirên KCK’ê û di nava xebatên wê de cih girtine” 16 jê zarok bi giştî 20 kes girtin binçavan.
Bi taybet li bajarên Edene û Mêrsînê her tim zarokên Kurd dibin hedefa polîsên Tirk. Weke her carê, îro jî polîsên Edeneyê beriya 15’ê Tebaxê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên li taxên Daglioglu, Şakîrpaşa, Gulbahçesî, Barbaros, Anadolu û 19 Mayîsê yên navçeyên Seyhan û Yuregir pêk hatin de bi hinceta “dereng derî vekirine” deriyê gelek malan hatin şkandin.
Polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin û bi hinceta “alîgirên KCK’ê û di nava xebatên wê de cih girtine” 16 jê zarok bi giştî 20 kes girtin binçavan. 16 zarokên ku hatibûn binçavkirin birin Şaxa Zarokan a Miduriyeta Polîsan a Edeneyê, 4 kesên din jî li Şaxa TEM'ê tê girtin.
Hate zanîn ku Faîk Akayê ku hatiye biçavkirin pismamê Mazlûm Akayê ku di rojên borî ji ber bombeya gazê ya polîs avêtibû û bi serê wî ketibû jiyana xwe ji dest dabû, ye.