Li Edeneyê tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin

Li Edeneyê tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin

TUHADER'a Edeneyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya saleke berdewam dike û diyar kir ku, tecrîd û îzolasyon weke hêmaneke zextê tê bikaranîn.

TUHADER'a Edeneyê ji bo balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şevê din meşek meşaleyî li dar xist. Rêveberên BDP'ê, rêveberên TUHADER'ê û gelek welatî tevlî çalakiya li taxa 19 Mayîs ya navçeya Yuregîrê bûn. Komê pankartên "Azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye" û "Em berxwedana gelê me yê Rojavayê silav dikin" vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ocalan" berz kirin.

Rêveberê TUHADER'a Edeneyê Muhîttîn Kolgel li ser navê komê daxuyanî xwend û diyar kir ku, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan salek bi parêzer û malbat xwe re hevdîtinê nake û li gel Ocalan di hucreyekê de bi tena serê xwe tê girtin dîsa jî cezayê hucreyê jê re tê dayîn û ev yekê nayê qebulkirin û wiha got: "Cezayên hucreyê yên li hemberî Birêz Ocalan weke muameleya zextên fizîkî û psîkolojîk bikaratînin. Pêkanînên li Îmraliyê mirina demdirêje."

Li aliyê din komek ciwanan li Kolana Çukurovayê ya taxa Andoluyê ya heman navçeyê hatin cem hev û xwestin meşekê li dar bixin lê polîsan mudaxele li komê kir. Piştî mudaxeleyê kom li kolanan belav bû û heya derengî şevê polîsan tedbîr li taxê girtin.