Li Edeneyê bi xwepêşandana tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protesto kirin.
Komên ku xwestin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, li taxên Anadolû, Daglioglû û Hûrriyetê yên navçeyên Yuregir û Seyhana Edeneyê xwepêşandan hatin li darxistin. Polîsan bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî komên rê li trafîkê girtîn û jib o Ocalan slogan avêtin kir. Koman jî bikeviran bersiv da polîsan. Bûyeran heya direngî şevê berdewam kirin. Hat ragihandin ku, di bûyeran de ti kes nehate binçavkirin.