Li Edeneyê polîsekî întîhar kir

Li Edeneyê polîsekî întîhar kir

Li Edeneyê polîsê 42 salî ku 18 salin peywirê dike Hasan Aksoy, bi demanceya xwe, xwe întîhar kir.

Li Taxa Narlica ya Seyhana Edeneyê polîsê 42 salî Hasan Aksoy ku 18 salin peywirê dike û niha li Navenda Polîsan ya Denîzlî Şehît Ozer Ozkaya peywirdar bû, di demjimêr 16.30'an de xwe întîhar kir.

Hasan Aksoy ku berê Midûrtiya Şaxa Tekoşina Organîzeya Kaçakvaniyê de dixebitî piştî navê birayê wî di Şaredariya Bajarê mezin ya Edeneyêde tevlî nelirêtiyê bû derbarê wî de lêpirsîna îdarî vebû. Aksoy ku 6 mehin li Navenda Polîsan peywirdare bi demanceya xwe, xwe întîhar kir.

Bavê 2 zarokan Aksoy li nexweşxaneyê mir.