Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) daye destpêkirin, berdewam dike. Îro Dayikên Aştiyê, rêxistina bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê, çû serdana çalakgerên nobetê.
Çalakvanên ku ji Mêrsînê hatin bajêr, dema xwestin biçin serdana beşdarên Nobeta Edaletê rastî êrîşa polîsan hatin.
Di serdanê de di daxuyaniyên ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî" hatin kirin, hat destnîşankirin ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Tevî ku rastî astengiyên polîsan hatin jî, komê xwest biçe avahiya TUHAY-DER'ê û piştgiriyê bide kesên li Nobeta Edaletê. Lê belê polîsan bi hinceta "berzkirina diruşmeyan" êrîşî endamên komê kirin û gelek kes birîndar bûn.
Koma ku demek dirêj ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, li hemberî astengiya polîsan li ber xwe da û bi kesên li Nobeta Edaletê re serdana piştgiriyê kir.
Di axaftinên li vir de Rêveberê HDP'ê yê Edeneyê Aydin Varol diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin li Nobeta Edaletê ne û destnîşan kir ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.
Dayika Aştiyê Emîne Eren tevî astengiya polîsan û êrîşa ku rastî wan hat jî bertek nîşan da û got: "Ji me ditirsin. Tevî hemû zextan jî em ê aştiyê biqîrin." Eren diyar kir ku tecrîda Îmraliyê li civakê belav bûye û ev yek li ser wan jî xuya dike û heke tecrîd bi dawî nebe ew azad nabin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê KURD Abdullah Ocalan kir.
Di dema serdana ji bo piştgiriya bo Nobeda Edaletê, nameya girtiyên di greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê de şandin jî hat xwendin.