Li Edeneyê li hemberî kurdan operasyonê çavtirsandinê

Li Edeneyê li hemberî kurdan operasyonê çavtirsandinê

Bi hinceta êrîşa bombeyî ya Dîlokê li Edenê ji hezaran zêdetîrî polîs k udi nava wan de yên tevgera taybet jî hebû 11 taxên kurdan xistin di dorpêçê de û nasnamyan kontrol dikin. Li herêma Goristana Asri ciwanan bertek nişanê bûyerê da û ciwan bi polîsan re hatin hemberî hev.

Li Dîlokê di encama teqînekê de 9 kesî jiyana xwe ji dest dan bû û Midûriyeta Polîsan a Edeneyê ev wekî derfet ji bo xwe dît û li bajar operasyonên ku kurdan hedef digirin pêk anîn. Ji hezarî zêdetir polîs ku di nava wan de yên tevgera taybetî, hêza çevîk û bi terorê re têkoşîn jî hebûn duh êvarê operasyon pêk anîn. Taxên wekî 19 Mayis, Yunus Emre, Anadolu, Dedekorkut, Yeşîlbaglar, Başak û cadeya Çukurovayê bi giştÎ 10 tax dagir kirin.

Tîmên tevgera taybet bi çekên xwe ciwanên ku di rê de derbas dibûn û wesayît rawestandin û hemû kes di bin kotrola nasnameyê de derbas kirin.

Ciwanan bertek nîşanê pêkanînê da û li herêma Goritana Asri bi polîsan re pevçûn. Ciwana bi keviran bersiv dan polîsan û polîsan jî bi awayekî hovane bi bombeya gazê êrîş kir. Pevçûnan demekê berdewam kir. kotrola nasnameya heta derengiya şevê berdewam kir û nehat hînbûn ku ka binçavkirin hene an na.