Li Edeneyê di encama serdegirtinên malan de gelek zarokên Kurd bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne, hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di demjimêrên danê sibê de Yeyîneyên TEM’yê Midûriyeta Emniyeta Polîsan ên Edeneyê, li navçeya Anadolû ya navenda Edeneyê bi ser malên Kurdan de girtin û gelek zarokên Kurd girtin binçavan. Dizarokên ku hatin binçavkirin evin: Y.B. (15), B.Ş. (17), T.E. (15), M.T. (13) û M.Z. (16).
Zarok bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne hatin binçavkirin û birin Emniyeta Edeneyê.