Li Edeneyê çalakî

Li Edeneyê çalakî

Li Edeneyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û qetilkirina Mazlûm Akayê 11 salî ya ji aliyê polîsan ve çalakî hate lidarxistin. Di navbera polîs û çalakvana de pêvçûn derket.

Li Edeneyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetilkirina Mazlûm Akayê 11 salî li navçeyên Seyhan û Yuregîrê hate şermezarkirin. Komek ciwan li ser Kolana Guney Kuşagi ya Taxa Hurriyeta girêdayê navçeya Seyhanê hatin cem hev û çalakî li dar xistin. Komê kolanê ji trafîkê re girtin û dirûşm berz kirin. Di heman demê de li ser Kolana Çûkûrovayê ya Taxa Anadolûya navçeya Yuregîrê jî komek ciwan li hev civiyan û bi heman armancê çalakî li dar xistin.

Polîsên AKP’ê li her du cihan jî bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Li ser êrîşê ciwanan bi kevir, molotofkokteyl û fîşekên hewayî xwe parastin û bersiv dan êrîşê. Pêvçûn heta derengiya şevê dom kir. Di encamê de yek jê zarok 2 kes hatin binçavkirin.