Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
Ji nav 37 kesan 4 kesên ku di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li dijî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.
Ji nav 37 kesan 4 kesên ku di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li dijî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.
Serdozgeriya Komara Tirk ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de bi îdiaya “endama rêxistinê” û “ li ser navê rêxistinê xebat bi rê ve birine" 27’ê Hezîranê avêt ser malên li Edene Amed, Mardîn, Mêrsîn û Wanê. Di serdegirtina li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de 37 kes hatin destgîrkirin.
Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzu, Ayşe Irmak, Mehmet Saruhan û Murat Gurbuz ên ku bi daxwaza girtinê sewqî 2’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edeneyê hatin kirin, piştî 10 rojan biryara girtina wan hat dayîn.
Her wiha 33 kes bi kontola edlî hatin berdan.