3 jê zarok 5 kesên li Edeneyê hatin binçavkirin sewqî dadgehê kirin. Ji 5 kesan 3 zarok serbest hatin berdan û 2 kesên din jî hatin girtin.
Li navçeyên Seyhan û Yuregîrê yên Edeneyê bi bo neya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên polîsan ên li dijî gel şermezar bikin çalakî hatibûn lidarxistin. Di çalakiyan de polîsan 3 jê zarok 5 kes binçvkiribûn. Polîsan piştî îfadeya 5 kesan girt, bi daxwaza girtinê sewqî edliyê kirin. Li edliyê 3 zarok serbest hatin berdan û 2 kes jî bi îdîaya "Li gel ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye û "Propaganda rêxistinê kiriye û li dijî xala meş û xwepêşandanan a "2911" derketiye hatin girtin. 2 kesên hatin girtin şandin girtîgehê.