Li Edene û Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin

Li Edene û Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin

Ji 19 kesên ku li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin Endamê Meclîsa HDK'ê ya Osmaniyeyê Necmettîn Ozkan û Daniş Akyol, ji kesên ku li Edeneyê hatibû binçavkirin jî Hasan Çelîk hate girtin. 6 zarokên ku li Mêrsînê hatibûn binçavkirin jî serbest hatin berdan.

Çend roj berê polîsên TEM'ê yên girêdayê Miduriyeta Polîsan ya Osmaniyeyê, operasyonek li dar xistibû û di ser gelek malan de girtibû. Di heman çarçoveyê de li Stenbol, Eleziz, Meletî û Bedlîsê jî bi ser malan de hatibû girtin. Di operasyonan de Serokê BDP'ê ya Osmaniyeyê Maşallah Çetîn, Rêvebirê BDP'ê ya Navçeya Navendî Celal Eker, Endamê Meclîsa HDK'ê ya Osmaniye Necmettîn Ozkan, endamên BDP'ê Şemsettîn Okten, Îsmet Yuzuguldu, Mehmet Çalişkan, Ahmet Bildircin, Şefê Ocaxa Madenê ya Akdaglar Daniş Akyol jî di nav de 10 kes bi angaşta "Endamên rêxistinê ne" û "beşdarî çalakiya rêxistinê bûne û bi zanebûn û xwestin alîkarî dane rêxistinê" hatibûn binçavkirin.

LI OSMANIYEYÊ 2 KES HATE GIRTIN

Duh piştî îfadedayîna li Miduriyeta Polîsan ya Osmaniyeyê 10 kes derxistin Edliye ya Edeneyê. Piştî îfadedayîna pêşberî dozger 6 kes serbest hate berdan û Endamê Meclîsa HDK'ê ya Osmaniye Necmettîn Ozkan, endamên BDP'ê Şemsettîn Okten, Îsmet Yuzuguldu û Şefê Ocexa Madenê ya Akdaglar Daniş Akyol bi hinceta "Endamên rêxistinê ne", "beşdarî çalakiyên rêxistinê bûne" û "bi zanebûn û xwestin alîkarî dane rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgeh bi heman hincetê biryara girtina Ozkan û Akyol da û Okten û Yuzuguldu serbest berdan.

LI EDENEYÊ KESEK HATE GIRTIN

Li aliyê din polîsên girêdayê TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan ya Edeneyê jî di 12'ê tebaxê de di ser gelek malên li Daglioglû, Şakîrpaşa, Gulbahçesî, Barbaros, Anadolû û 19 Mayısê girtibûn û bi hinceta "di nava xebatên KCK'ê de cih digirin" û "Beşdarî çalakiyên li Taxa Anadolûyê bûne" 16 jê zarok 20 kes hatibû binçavkirin. 16 zarokên ku duh derxistibûn dozgeriyê, serbest hatibû berdan. Welatiyên bi navê Faîk Akay, Îmam Ozer, Huseyîn Atak û Hasan Çelîk ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, derxistin edliyeyê. Akay û Atak piştî îfade dan dozgeriyê serbest hatin berdan, Ozer û Çelîk jî bi armanca ji sûcên "endamê rêxistinê ne", "li ser navê rêxistinê çalakî û xebat kirine" were girtin, sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeh biryara girtina Çelîk da û Ozer serbest berda.

6 ZAROKÊN KU LI MÊRSÎNÊ HATIBÛN BINÇAVKIRIN SERBEST HATIN BERDAN

Li Mêrsînê 6 zarokên ku bi hinceta kevir avêtibûn polîsan hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Pozantiyê ya ku bûyerên tacîz û tecawuzê hatibû jiyandin, çend roj berê carek din hatibûn binçavkirin. Zarokên bi navê M.M. (16), Z.E. (16), Ş.Î. (16), N.K. (16), U.T. (16) û H.F. (16) ku di encama serdegirtina 6 malên li Taxa Yenî Hal hatibûn binçavkirin û dest danîbûn hemû kinc, pêlavên wan, 2 zarok piştî îfadedayîna li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê serbest hatibû berdan, 4 zarok jî duh derxistibûn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrsînê. Dadgeh zarokan serbest berdan.