Kurdên li DYA’yê dijîn, ji bo DYA balefirên şer ên bê mirov ên ku dikarin fuzeyan hilbigirin (Predator), nefiroşe Tirkiyeyê, dest bi hewldanan kirin. Kurdan tevî rêxistinên li dijî şer dest bi kampanyayê kirin û name ji endamên kongreyê yên eyaletên ku lê dimînin re dişînin, banga “Nebin hevkarên sucên Tirkiyeyê” dikin.
Piştî ku di encama agahiya sîxûrî ya balefirên bê mirov ên DYA’yê li Roboskiyê 34 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan, Tirkiye niha jî dixwaze balefirên şer ên bê mirov ji DYA’yê bikire. Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, di gulanê de, di dema civîna NATO’yê de bi Obama re hevdîtin pêk anîbû û vê daxwazê kiribû.
Dîsa, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî di hevdîtina xwe ya li Meksîkayê de di vê daxwazê de israr kiribû. Obama jî dabû diyarkirin ku ev biryar tenê kongre dikare bide û ragihandibû ew ê ji bo razîkirina endamên kongreyê tişta ji destên wî tên bike.
Tê payîn ku di demek zû de ev qanûn biçe rojeva kongreyê û gelek caran qanûnê wiha bi awayeke bêhemdî têne erêkirin. Endamên kongreyê yên li dijî firotina van balefiran, ji ber şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê û hewldanên wê yên ji bo desthilatiya li ser Rojhilata Navîn, daxwazin van balefiran bifiroşin Tirkiyeyê.
JI KURDAN BO ENDAMÊN KONGREYÊ BANGEWAZÎ
Piştî ku ev mijar hat rojeva hikûmeta Obama, Kurdên li DYA’yê dijîn dest bi kampanyayan kirin. Kurdan xwegihandin hemû rêxistinên şer û ji wana xwest ku piştgirî bidin kampanyayê. Kurd li eyaletên ku lê dijîn, name ji endamên kongreya DYA’yê re dişînin.
Dîsa, Kurd û dostên Kurdan, diçin serdana endamên kongreyê banga “Van çekan nefiroşin Tirkiyeyê”. Kurd ji endamên kongreyê dixwazin ku dest ji firotina çekan bo Tirkiyeyê berdin û nebin hevparê şerê Tirkan ê li hemberî Kurdan.
BDP: BILA DYA JI BO AŞITIYÊ ROJ WERBIGIRE
Daxuyaniyeke wiha ji nunertiya BDP’ê ya Washingtonê jî hat. BDP’ê di daxuyaniya duh da çapemeniyê de bang li raya giştî ya DYA û hikûmeta Washingtonê kir û bi bîr xist ku di meha berfanbara 2011 de 34 zarok û ciwanên Kurd ên sivîl li Roboskiyê di encama îstîxbarata DYA’yê de hatin kuştin. BDP’ê ji Obama, çapemenî û gelê DYA’yê kir ku li hemberî zilma AKP’ê ya li ser Kurdan bê deng nemînin. BDP’ê got;
"Çawa ku di navbera ANC-Mandela û hikûmeta Efrîkaya Başûr de, di navbera IRA-Sinn Fein û Îngilîstanê de diyalog û muzakere pêk hatin, divê bi heman awayî bi Birêz Ocalan re jî ji bo aşitiyê muzakere bêne kirin. Ev serkeftin bi hewldanên DYA’yê pêk hatiye. Divê ji bo pirsgirêka Kurd jî rolek bi heman awayî bileyîze. Divê êdî hikûmeta Tirk jî êdî qebûl bike ku heta bi Rêberê Kurdan Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk neynin, pirsgirêka Kurd çareser nabe."
Saziyên kampanyayê dane destpêkirin: Kurdish American Youth Organization (KAYO) , Parêzvanên Mafê Mirovan KNC-NA, New England Kurdish Association (NEKA), American Kurdish Association, California Kurdish Community Center (ÇKCÇ) , Kuardish Youth Council and Georgia Kurdish Community, û Atlanta Kurdish Community Association.
Ji bo agahiyên berfireh hûn dikarin serdana navnîşana malpera înternetê ya li jêrê bikin:
: http://www.nodrenestoturkey.com