Li Dûîsbûrgê xebatên hilbijartinê dewam dikin
Li Dûîsbûrgê xebatên hilbijartinê yên HDP'yiyan dewam dikin. Di civîna li ser hilbijartinê de hat bibîrxistin ku ji bo qeyda hilbijêran hefteyek bi tenê maye.

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, li ser xebatên hilbijartinê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civînek hat lidarxistin.
Di civînê de nûnerên NAV-DEM, Însiyatîfa Kurecikiyan, Komeleya Daricaliyan, AGÎF, ATÎK, Frei Forûm Dûîsbûrg û kesên serbixwe amade bûn. Di civînê de xebatên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin nirxandin.
QEYDA HILBIJÊRAN
Nûnerê NCDK di civînê de axivî û diyar bibîr xist ku ji bo çêkirina qeyda hilbijêran hefteya dawî ye û diyar kir ku ji bo xwe bigihînin hilbijêran û qeydên xwe çêbikin wan komîsyon berfireh kirine.
Di civînê de hat ragihandin ku di hefteya dawî de komîsyonan xwe gihandine 1500 hilbijêrî û ji van ên qeyda wan tineye, qeyd kirine.