Li Ewropayê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê didomin û li bajarên Hagen Û Dortmundê ya Almanyayê 15’ê Tebaxê roja çarşemê dê bi bernameyên cur bi cur bê pîrozkirin.
Kurdên Dortmundê ku di şolena dawiya hefteyê de hatibû organîzkirin de hatin cem hev, roja çarşemê dê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê li qadan bidomînin.
Komîteya Amadekariyê ji b o tevlibûna pîrozbahiyên Hagen û Dortmundê bang kir. Komîteya Amadekariyê diyar ki rku ev roja roja berxwedana heval Egît daye despêkirin û bi azadiyê re bûye yeke û wiha got: “Di çalakiyên ku em pêk bînin de em dê serkeftina Rojavayê Kurdistanê û berxwedana Gerîla ya Şemzînan-Çelê silav bikin.”
Li gorî roja çarşemê saet di 18’an de dê welatiyên kurd li Navenda Çanda Kurd a Dortmundê bên cem hev û bi konvoyê di nava bajar de bigerin.
Heman rojê saet di 19’an de li Hagenê mîtîngek û meşek pêk were. Piştî mîtîngêdê jib o şehîdan mewludek bê dayîn.