Li Dortmudê civîna 14’ê Tîrmehê

Li Dortmudê civîna 14’ê Tîrmehê

Li bajarê Dortmuda Almanyayê bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 1998’yê civînek hat lidarxistin.

Di civîna roja yekşemê li Komeleya Dostaniya Kurdan-Almanan hat lidaxistin de Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal weke axaftvan beşdar bû. Di civîna ku nêzî 200 kes beşdar bûn de Kartal behsa berxwedana 14’ê Tîrmehê kir û got; “Berxwedana bi 4 kesan dest pê kir, îro li kolanan veguheriye têkoşîna bi hezaran a li hemberî dijmin.”

Kartal di nava axaftinên xwe de pêşketinên siyasî jî nirxand û diyar kir ku Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Kartal destnîşan kir ku yekitiya Kurdan li Rojava pêngaveke dîrokî ye.

Kartal xwest gelê Kurd li Ewropayê rêxistina xwe xurtir bikin û bang li Kurdan kir ku xwedî li nobeta li Strasbourgê derbikevin.