Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîşên hewayî û topbarana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê (HPM) yên li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku herêmên Zagros, Zap û Heftenînê li rast êrîşan hatin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê di daxuyaniya weşan de diyar kir ku êrîşa li ser Zagros û Zapê heta niha jî berdewam dikin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Di 10'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-15.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Mamreşo, Dirê, Erdeweê û Geliyên Erdewê û Konferansê yên bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de şewata li derdora gundê Erdewê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
Di 10'ê Tîrmehê de di navbera saet 13.00-17.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birîndara, Girê Karker û Gundê Bezelê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
Di 10'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-15.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Keşanê û Girê Şehîd Delîla yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”