Piştî zêdebûna tundî û îşkecenya polîsên Tirk, Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD) xeta “Hawar Polîs” saz dike. Dema kesên bi tundiya polîsan re rû bi rû man li jimareya '444 155 9' geriyan, parêzerên dildar û peywirdarên tenduristiyê dê yekser biçin cihê bûyerê û rapor amade bikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Akşamê, komek parêzerên endamên ÇHD’ê li hemberî tundiya polîsên Tirk tedbîrek nû pêş xistin. Baro Stenbolê û Odeya Nojdaran (tabîb) jî piştgirî didin vê projeyê.
Parêzeran xeta “155 Polîs Hawar”, projeya '444 155 9 HAWAR POLÎS' li hemberî tundiya polîsan xist dewrê. Li Baroya Stenbolê ‘Desteya Îşkenceyê’ jî hat sazkirin.
Li gorî rojnameyê di vê desteyê de dê 5 parêzer cih bigirin. Ji komeleyê jî 200 parêzer dê bi awayeke dildar bixebitin. Ger li jimareya navborî geriyan, parêzer dê bi lez biçin cihê bûyerê û ji bo rapora tenduristiyê bi lez wer amadekirin, dê Odaye Nojdaran bikeve dewrê. Ev proje dê pêşî li Stenbolê bê pêkanîn. Tê plankirin ku piştre li bajarên din jî bê pêkanîn.
Ji ÇHD’ê parêzer Tanay der barê projeyê de wiha got; “Ev proje pêşniyara astengkirina tundiya tundiya polîsan e. Di nava desteyê de pisporên tibê, hekîm û pêvajoya huqûqî heye. Me projeyê pêşkêşê Baroya Stenbolê kir. Baor bû navenda karên huqûqî ya projeyê.”
Parêzer wiha berdewam dike: “ Dê lijneya lezgîn serlêdanê bigire. Xeta me ya 444 155 9 heye. Me xwest em dirûşima ‘Polîs Hawar’ bi bîr bixin. Gel dema pê li 155’yî dike li polîs digire. Dema 155 9’an bigerin li me digerin. Parêzer dê bi dildarî bixebitin. Li dijî îşkenceyê dê sertîfaka û sîvîl hebe. Ji bo serladana lijneyê bi telefon, şexsî û nivîskî hewce ye. Telefon 24 saetan vekirî ye. Em mudaxeleya hiqûqî ji bo cihê bûyerê bikin. hedefa me ya yekemîn ew e ku em kes ji îşkenceyê rizgar bikin. hedef ew e ku serlêdana sûc bê kirin û dozên hatine vekirin bişopînin. Em ê hemû pêvajoyê bişopînin. Ya duyemîn jî dê agahî ji bo Odeya Nojdaran bê dayîn. Em ê tedawiyê jî bigirin ser xwe. Li Odeya Nojdaran dê doktor bê peywirdarkirin. Piştî muaneyê belgeyên tên girtin dê bên raporkirin. Li gorî hewcedariyê dê piştgiriya psîkolojîk bê dayîn.
Parêzer Efkan Bolaç ku parêzerê Ahmet Koca ku rastî şîdeta polîsan hatibû jî wiha got: “Tundiya polîsan a niha salên 90’î tîne hişê mirovan. Ji ber vê sedemê jî li dijî îşkece û îşkencekaran em sifir tolerans dixwazin. Em xebata 444 155 9 hawar polîs girîng dibînin. Pêşî dê 20 parêzer bi dildarî bixebitin. Ji ber vê yekê jî pere ne mijara gotinê ye. em di du mehan de raporekî aşkera dikin. Di van raporan de dê navendên polîsan qereqolên bi rîsk bê deşîfrekirin û dê pêşî lê bigirin. Em hewl didin nexweşerêya rîska van bûyerên îşkenceyê derbixin.
WELATÎ LI DIŞ POLÎSAN BÊ PARASTININ
Ji ber ku memurên dewletê ceza nagirin welatî li dijî şîdeta polîsan bên parastin dimînin. Di encama êrîşa polîsan bi bombeya gazê de li Edeneyê zarokê 11 salî yê kurd Mazlum Akay di 4’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da.
Di 12’ê tebaxê de li Îzmîrê piştî qezeyeke trafîkê polîs gule berda 3 biryan û yek mir 2 jî birîndar bû.Di meha tîrmehê de welatiyê bi navê Fevzî Cengîz li Îzmîrê di muzîkholkê de hate binçakvirin û li qereqolê rastî îşkenceyê hat.
Di 19’ê hezîranê de li Stenbolê Ahmet Koca li kolanê li rastî tundiya hovane ya polîsan hat. Polîsan serbeset berdan lê der barê wî de lêpirsîn dan destpêkirin. Koca yê ku mexdurê şîdeta polîse dibe ku 6 sal ceza bigire.
Di 28’ê Gulanê de li Yalovayê Çayan Bîrben bi gaza bombeyê jiyana xwe ji det da.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di meha tîrmehê de raporek weşand û diyar ki rku tenê li bajarê kurdan di 6 mehên pêşî de 15 hezar û 109 binpêkirinên mafan pêk hatine. Di heman pêvajoyê de 398 îşkece û pêkutiyên xerab jî hatine tespîtkirin.