Platforma têkoşîna li dijî tecrîdê diyar kir ku, tevî şert û mercên giran tecrîd dibe sedemê mirina mirovan û banga têkoşîna li dijî tecrîdê kir.
Endamên Platforma têkoşîna li dijî tecrîdê li qada Galatasarayê ji bo tecrîd bidawî bibe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowîzên li ser "Bila mafê sihbetê bikeve meriyetê", "Tecrîda li ser hikûmxwarên girtî bila bidawî bibe" nivîsandî hatin vekirin û dirûşmeyên wekî; "Bila tecrîd bidawî bibe" "Li dijî tecrîdê em mil bidin hev" hatin berzkirin.
Endama Platformê Ayşe Gulen Eyî li ser navê platformê daxuyanî da û bibîr xist ku, ji ber polîtîkayên tecrîdê bi sedan girtiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî nexweşiyan ketin. Eyî got; "Herî dawiyê 11'ê Tîrmehê li girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê rêvebirê BDP'a Edeneyê yê berî Haki Kuru jiyana xwe jidest da. Girtiyên li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê Gulnaz Akkurt, Adem Kurt, Muslum Polat û Zekî Yildirim şewata derketiye wekî hincet hat nîşandan û hatin lêdan. Lewma em banga têkoşîna li dijî tecrîdê li hemû kesî dikin.
Piştî daxuyaniyê rapora binpêkirina mafên mirovan ya girtîgehan ya meha Tîrmehê hat belavkirin.