Li dijî tecrîda Îmraliyê Nobetên Edaletê didomin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mêrsînê Nobetên Edaletê didomin.

Çalakiya Nobeta Edaletê li Amedê bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), li Mêrsînê bi Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), li Edeneyê bi Komeleye Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê Edeneyê (AATUHAY-DER) li Wanê bi Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re, li Stenbolê jî bi Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) a bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, berdewam dike.

WAN

Li Wanê Nobeta Edaletê ya TUHAY-DER û malbatên girtiyan daye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike. Dayikên Aştiyê û welatiyên ji Miks û Şaxê hatine çûn serdana kesên ketine Nobeta Edaletê. Rêvebera TUHAY-DER a Wanê Sosin Oktay axivî û destnîşan kir ku divê gel xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê derbikeve û got: “Em dixwazin Birêz Ocalan û hemû girtî azad bibin. Piştre hevserokê DEM Partiyê yê Şaxê Tayyîp Balka axivî û anî ziman ku divê piştgiriya dayikên dikevin Nobeta Edaletê were kirin.

Di Nobeta Edaletê de tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” hate berzkirin û bi kilamên Dengbêj Meryemê berdewam kir.

STENBOL

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li avahiyê Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilarê daye destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez destnîşan kir ku ew ê ji bo ku daxwazên girtiyan bigehijînin tevahiyê civakê, dê rê û rêbazên nû biceribînin.

EDENE

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan li avahiyê AATUHAY-DER’ê dane destpêkirin di roja 12’emîn de berdewam dike. Endamên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên saziyên civakî, diçin serdana çalakiya nobetê. Kesên tev li Nobeta Edaletê bûne, banga piştgiriyê kirin û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan anîn ziman.

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya li TUAY-DER'a Çûkûrova Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 12’emîn de berdewam dike. Gelek nûnerên saziyên civakî serdana çalakiyê kirin. Malbat û kesên piştgirî dane çalakiyê bal kişandin ser grevên kolektîf.

Nobet bi kilamên dayikan ên dengbêjiyê berdewam kir.

AMED

Nobeta Edaletê ya li Amedê di avahiyê Rêxistina DEM Partiyê ya Rezan de di roja 12’emîn de berdewam kir. Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz û rayedarên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Koçberan (GOÇ-DER) a Amedê çûn serdana Nobeta Edaletê û ji bo pêşî li mirinên girtîgehan bigire banga rakirina tecrîdê kirin.

Çalakgeran dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin û bi tilîlî û kilam nobet domandin.