Li dijî şerxwazan em ê timî aştiyê bixwazin
Mirovên di êrîşa bombeyî ya li hemberî Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li Enqere, Îzmîr, Mersîn, Edene û Colemêrgê hatin bîranîn.
Mirovên di êrîşa bombeyî ya li hemberî Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li Enqere, Îzmîr, Mersîn, Edene û Colemêrgê hatin bîranîn.
Mirovên di êrîşa bombeyî ya li hemberî Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li Enqere, Îzmîr, Mersîn, Edene û Colemêrgê hatin bîranîn.
ENQERE
Malbatên qurbaniyan û gelek welatî li ber Gara Enqereyê li hev civiyan û mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Girseya gel bi xwe parastina xwe kir. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Seroka Komeleya Piştgirî û Aştiyê ya 10 Ekîm Mehtap Sakinci Coşgûn, ku hevjîna Ûygar Coşgûn ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ye axivî. Coşgûn got, "Mirovên berî 6 mehan hatin vê derê, kincên xwe yên herî xweşik li xwe kirin û hatin. Mîna ku diçûn ger û geştê. Lê me ew ji vê derê oxir kirin. Em ê wan bi tenê nehêlin. Heta kiryar bên dîtin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her meh, her sal em ê li vir bin." Coşgûn yek bi yek navê mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bilêv kir û piştî bilêvkirina her navê beşdaran jî bersiva "li vir e" dan.
Alîkarê Serokê Giştî yê DÎSK'ê Cafer Konca jî da xuyakirin, ku desthilatdarî ji bo aştîxwaz, azadîxwaz û kedkaran bêdeng bike, timî şer derdixîne.
Bavê Elîf Kanlioglû ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Umît Kanliolgû jî li merasîma bîranînê axivî. Kanlioglû diyar kir, daxwaza desthilatdariyê xurtkirina hegemonya xwe li ser şer e. Kanlioglû bibîr xist, ku di Mîtînga Aştî û Demokrasiyê de Kurdan daxwaza welatîbûna azad, jinan daxwaza rizgariya ji sîstema serdestiya mêr û karkeran daxwazên aboriyê û ciwanan jî daxwaza pêşerojeke azad kirin. Kanlioglû destnîşan kir, ku bicih hatina van daxwazan bi aştiyê re pêkane û anî ziman, lê belê desthilatdariyê ev yek hezm nekiriye. Kanlioglû got, "Em ê biryardarî, li hemberî şerxwazan, daxwaza aştiyê bilêv bikin." Piştî axaftinan girseya gel qurnefîl danî pêşiya Bîrdariya Aştî, Ked û Demokrasiyê.
ÎZMÎR
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên li Îzmîrê, ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li ber strasyona Metro ya Karşiyakayê daxuyaniyêk dan çapemeniyê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Berdevkê Demî yê KESK'ê Hasan Alî Kiliç daxuyanî da û got, "Têkildarî komkujiya 10'ê Cotmehê em ê têkoşîneke dîrokî ya hiqûqî û siyasî bimeşînin. Ji aliyekî ve em ê dozên têkildarî êrîşê bişopînin. Heta rastî bên eşkerekirin û hesab ji kujeran bê pirsîn, em ê şopdarên vê dozê bin."
MERSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê, qurbaniyên Komkujiya Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li ber strasyona trenê bibîr anî. Li vê derê di kêliya komkujî rû da saet di 10.04 de daxuyanî hat dayîn. Serokê Şaxê Egîtîm-Sen Sînan Mûşlû li vir peyivî û diyar kir, berdêla xwe çi dibe bila bibe ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ked, aştî û demokrasiyê bernedin. Mûşlû got, "Li hemberî kujeran û komkujiyan, em ê têk neçin, em ê bêdeng nebin, em ê paş de gav navêjin. Em ê bêrawestan rastiyan ji tevahiya welêt re bêjin. Em ê her tim aştiyê biparêzin."
COLEMÊRG
Platforma Şaxên KESK'ê yên Colemêrgê, bi heman armancê li ber avahiya sendîkayê daxuyaniyek da çapemeniyê Seroka SES Şaxê Colemêrgê Sîbel Dînç Soydan li vir peyivî û got, "Heta kiryar neyên darizandin, wê komkujî û êrîş neqedin." Di çalakiyê de li sînevîzyona li ser jiyana mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hat temaşekirin.
EDENE
Platforma Ked û Demkorasiyê ya Edeneyê li Meydana Ûgûr Mûmcû daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka Demî ya Platforma Şaxên KESK'ê Gulşen Topal li vir peyivî û got, "Hêrsa me bi cenazeyên me nayê veşartin. Em bi hêrs in. Ji ber ku mîna henekê xwe bi aqlê me bikin, radibin komkujiyê weke bûyere edlî dinirxînin." Topal destnîşan kir ku çend salan dewam bike jî ew ê dest ji vê dozê bernedin.