Li Stenbolê komek bi kêr û sator nijadperestên Tirk êrîşî endamên MAZLÛMDER'ê yên ku ji bo Komkujiya Roboskî were ronîkirin meş li dar dixistin, kirin. Di meşa MAZLUMDER'ê ya ji bo tarî ronî bibin pêk hat de komê bi sator, dar û kêran êrîşî meşvanan kir. Endamekî MAZLUMDER'ê di êrîşê de birîndar bû.
Komeleya Piştevaniya Mafên Mirovan û Mazlûman (MAZLUMDER) a Stenbolê ji bo komkujiya Roboskiyê şermezar bikin û bûyerên tarî ronî bikin meşek pêk anîn. Koma endamên MAZLUMDER'ê ku piştî xwarina fitaran a li Mizgefta Fatihê dest bi meşê kirin, pankarta "Edalet her demê li her derê" û "Rêya ummetê di Kurdistanê re derbas dibe" vekirin. Koma endamên MAZLUMDER'ê ku ji nêzî 150 kesan pêk dihat piştî dest bi meşê kirin rastî komek “ulkucu” (nijadperestên Tirk) hatin. Koma ulkucuyan bi dar, kêr û satoreyan êrîşê endamên MAZLUMDER'ê kirin. Koma 10-15 kesan di êrîşê de çek, kêr û dar bikar anîn û endamekî MAZLUMDER'ê birîndar kirin. Komê di êrîşê de gotin "Vir Fatihe hûn nikarin bêjin Kurdistan" û êrîş pêk anîn. Koma MAZLUMDER'ê piştî rastî êrîşê hatin li ber Mizgefta Fatihê kom bûn û dowiza "Rêya Ummetê di Kurdistanê re derbas dibe vekirin.
Endamên MAZLUMDER'ê piştî polîs ketin navberê dîsa bi heman pankart û dowîzan dest bi meşê kirin. Balkêş bû ku polîsan ji koma MAZLUMDER'ê re gotin "Çalakiya xwe zû bi dawî bikin, dema fitaran e, kesê ewlehiya we bistîne tune" û hişyarî kirin. Meş ber bi Parka Saraçhaneyê ve didome.