Koma hacker ya navneteweyî Anonymous’ê malpera înternetê ya Miduriyeta Giştî ya Polîsan têk bir.
Redhack aşkera kir ku, Anonymousê ji bo piştgirî dayîna wan malpera înternetê ya Miduriyetê têkbiriye. Vê sibehê di encama êrîşa feraziyî de ji bo demekê xwegihandina malpera înternetê ya Miduriyeta Giştî ya Polîsan hate qutkirin. Di roja borî de jî Anonymousê ji bo piştgirî dayîna Redhackê malpera fermî ya OSYM’ê têkbiri bû.