Li dijî faşîzma AKP'ê divê çi çawa bê kirin? -2

Akademîsyenan li dijî faşîzma AKP'ê, qezenckirina desteka xizanan, dagirtina naveroka xwerêveberiyan, afirandina civaka demokratîk û avakirina rêveberiyên ji navenda kedê pêşniyar kirin.

Akademîsyenan, ya ku divê li dijî faşîzma AKP'ê bê kirin ji ANF'ê re vegotin. Akademîsyenan pêşniyar kirin ku desteka xizanan bê qezenckirin, nava xwerêveberiyan bê dagirtin, nakokiyên ciwanên Kurd-Tirk bên tespîtkirin, bloka antî-faşîst bê avakirin, danezana azadiyan a siyasî were amadekirin û civaka demokratîk û rêveberiyên ji navenda kedê bên afirandin.

Di beşa destpêkê ya dosyaya xwe de, me pirsa 'Divê çi were kirin, çawa were kirin?' li nûnerên HDP, ESP, ODP û CHP'ê kiribûn. Di beşa duyemîn de jî em ê hewl bidin tespît û pêşniyaren akademîsyenan ragihînin.

DOÇ. DR. ALK. YORUK: ALTERNATÎFBÛYÎN YEKANE RÊYA MAYÎNA LI SER PIYAN E

Li gorî Doç. Dr. Alk. Erdem Yoruk ê ji Zanîngeha Koçê; heta ku têkoşîneke civakî ya xurt neyê birêxistinkirin û projeyeke aborî, siyasî û civakî ya alternatîfê ya AKP'ê pêşkêşî civakê neyê kirin, nepêkane ku pêşî li vê rêveçûnê bê girtin. Yoruk anî ziman ku AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji bo karibe hemû derdorên li hemberî xwe bêbandor bike, wê ji aliyê exlaqî, civakî û çandî ve bi awayekî bêsînor tevbigere û da zanîn, ku ancax bi têkoşîneke siyasî re dikare pêşî li vê were girtin. Yoruk got, "Alternatîfbûyîna ji desthilatdariyê, ne tenê rêya bi destxistina desthilatdariyê ye, di heman demê de yekane rêya mayîna li ser piyan e."

'DIVÊ DESTEKA XIZANAN BÊ QEZENCKIRIN Û NAVA XWERÊVEBERIYÊ WERE DAGIRTIN'

Doç. Dr. Yoruk da xuyakirin ku AKP bi destek û dengên xizanan re li ser desthilatdariyê ye û got, "AKP'ê mekanîzmayeke neo-Bonapartîs ava kiriye. Bi populîzma Bonapart re divê mirov polîtîkayên civakî yên AKP'ê bi hev re binirxînin. Yekane rêya jêneveger a pêşîgirtina li faşîzma Îslamî ya neo-Bonapartîst, rêxistinbûyîna di nava xizanên Kurd û Tirk û wergirtina desteka xizanan e. Bêguman ev karekî zehmet e û wextekê dixwaze, lê belê ji bilî vê ti rêyek tineye. Yoruk destnîşan kir ku divê nava xwerêveberî û xweparastinê jî bi têrkerî were dagirtin.

Doç. Dr. Alk. Yoruk da zanîn ku li qada siyasî jî divê xerabûna moral êdî bê terikandin û li hemberî AKP'ê mûxalefeta demokratîk bê zêdekirin. Yoruk got, "Rewşeke ku mirov pê moralê xwe xera bike nîne. Di rewşa şerekî giran de nîvê welêt ji AKP'ê re got 'erê', lê di heman demê de dengê HDP'ê ji sedî 6'an derxist ji sedî 11'an. Kêmasî û şaşîtiyên HDP'ê dibe ku hebin, lê belê divê em tavilê rabin ser piyan."

PÊŞNIYARA 'DANEZANA AZADIYÊN SIYASÎ'

Ji Zanîngeha Artûklû Doç. Dr. Siyaveş Azerî weke pêşniyara çareseriyê 'danezana azadiyên siyasî' bilêv kir û got, "Rêxistinên karker û pîşeyî, rêxistinên jinan û mafên mirovan, partî û komên siyasî yên mûxalîf, pêwîste bi awayekî vekirî dilsoziya xwe bi 'danezaneke azadiyên siyasî' ya radîkal bînin ser ziman û beyan bikin ku di her şert û mercî de ew ê tawîzê ji van mafan nedin û di veguherînên civakî de jî wê van biparêzin."

Doç. Dr. Azerî ragihand ku pêwîste di danezaneke bi vî rengî de mijarên; cihêbûna ol ji dewlet û pewerdeyê, mafê rêxistinbûyîn û grevê, diyarkirina asta mûçeyê kêmtirîn ji aliyê karkeran ve, wekheviya tam a jin-mêr, bidawîkirina hemû êrîş û zextên li her cure hindikahî û nasnameyan, berdana girtiyên siyasî, her kom û partiyên siyasî karibin xwe bigihînin medya dewletê û organên ragihandinê yên girseyî, rêveberî yekser bi rêya konseyên gel radestî gel were kirin, cih bigirin.

Doç. Dr. Azerî diyar kir ku ji avakirina konseyên gel û konseyên karkeran re ev yek dikare destpê bike û got, "Hemû welatî, bêyî nêrînên xwe yên siyasî bikin asteng, divê karibin di nava van konseyan de cih bigirin û nêrînên xwe bi awayekî azad bilêv bikin. Girîng e gel li tax, febrîqe, dibistan û kargehan xwe birêxistin bike."

PROF. DR. ÇAGLAR: BLOKEK ANTÎFAŞÎST-AZADÎPARÊZ DIVÊ

Prof. Dr. Gazî Çaglar dibêje, ku xurtkirina mûxalefeta demokratîk, bi bernameyeke demokrasiyê ya hevgirtî dibe û got, "Ev bernameya ku mirov dikare yekser week demokrasiya gel pênase bikin, ji rêvebirina gelê hilberîner xwe bi xwe, ji pratîkbûna vê perspektîfê li qadên aborî, siyaset, perwerde û çandê, nayê ti wateyeke din. Pêwîstî bi blokeke antîfaşîst a demokratîk heye, ku azadîbûn û têkoşîna wekheviyê bi hev re bimeşîne, li gelemperiya welêt hemû cihêrengiyên gel biparêze û tevlî vê têkoşînê bike." 

Prof. Dr. Gazî Çaglar pêşniyara Bloka Antîfaşîst-Azadîparêz bi vî rengî formule kir: "Ji çepa sosyalîst heta HDP û CHP'ê eger bloka antîfaşîst-Azadîparêz weke alternatîfeke desthilatdariyê ya rasteqîn bê hûnandin, dikare li hemberî faşîzma AKP'ê bibe alternatîfeke pê bawer. Faşîzma AKP'ê ku li hemberî hemû nirxên rewşenbîrî, laîktî, azadî û wekheviyê tê wateya êrîşê, ancax bi têkoşînek li qadên aborî, siyaset, çand, perwerde û jiyana rojane, dikare were qelskirin."

Prof. Dr. Gazî Çaglar ragihand ku heta li hemberî faşîzma AKP'ê alternatîfek neyê destnîşankirin, ne pêkane ku şert û mercên ev faşîzm afirandiye, ji holê were rakirin.

PROF. DR. TONAK: DIVÊ BI AWAYEKÎ SAMÎMÎ REWŞ BÊ NIRXANDIN

Ji Zanîngeha Bîlgî Prof. Dr. E. Ahmet Tonak, weke hêza dikare mûxalefeta demokratîk bi rêxistin bike, işaret bi HDP'ê dike.

Prof. Dr. Tonak got, "Karê destpêkê yê divê were kirin, bi tevlîbûneke berfireh re nirxandineke samîmî ya rewşê ye" û ev xal destnîşan kir: "Hin rastiyên ku ser nikare bê nixumandin, ji xwe diyar bûn. Bingeha dengên HDP'ê parçe bûye. Beşek ji hilbijêrên ku di medyayê de weke 'çîna navîn a Kurd', 'mûxafazakarên Kurd' tên pênasekirin û di hilbijartinên Hezîranê deng dan HDP'ê, HDP terikandin. Her wiha beşeke ji hilbijêrên li Rojavayê Tirkiyeyê ku bi îdîaya Tirkiyebûyînê sempatî nîşanî HDP'ê dan, qut bûn. Pirsa divê were pirsîn ev e; em van dengên xwe çawa dikarin derxînin ser rêjeya ji sedî 13'an?"

Sibe: Rêxistinên civakî yên sivîl û jin