Serokomarê Tirk Abdullah Gul, li ser vexwendiya Qralê Swêdê Carl XVI. Gustaf di 10’ê îlonê de ji bo hevdîtina dê biçe Swêdê. Hatina Gul ji raya giştî re hate aşkerekirin û bi vê yekê re binpêkirinên mafê mirovan ya li Tirkiyeyê û êrîşê li dijî ramaza azadiyê tê lêpirsîn.
Di makaleyên berdevkê Poltîkaya Derve ya Partiya Çepgir Hans Lînde û berdevkê Polîtîkaya Derveya ya Partiya Gel Frendrîk Malm ku di rojnameya herî mezin a Swêdê ya Experessen de tên weşandin de, bipêkirinên mafê mirovan yên Tikriyeyê û bîlançoya êrîşê li djî gelê kurd û girtinan derxistin pêş. Her wiha ji rayederên Swêdê xestin k udi hevdînên bi Gul re mijarê bînin rojevê.
Serokê Federasyona Sendîkaya Memuran a Swêdê (TCO) ku 1.2 mîlyon kedkarî temsîl dike Eva Nordmark jî diyar kir ku ji bo ku sendîkayên Swêdê mijara binpêkirina mafên sendîkal û yê mirovan a li Tirkiyeyê bi Gul re nîqaş bikin daxwaz civînekê kirine. Serokê Foruma Çep a Navneteweyî û serokê koma şaredariya Stockholmê ya Partiya Çep Ann- Margaretha Lîvh diyar kir ku jî bo ku êrîşên li dijî kurdan, kedkran protesto bikin tevli xwarina ku ji bo Gul li Qesra Şaredariyê tê dayîn nabîn.
BIPÊKIRINÊN MAFÊ SENDÎKAL JÎ HATIN NIRXANDIN
Hikûmeta Swêdê û Malbata Kraliyetê jî cuda cuda daxuyanî da û hate diyarkirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul di navbera 10-12’ê îlonê de dê bi Qral, Serokwezîrê Swêdê û nûnerên rêxsitinên karsazan re hevîtinan pêk bîne. Seroka TCO Eva Nordmard jib o ku sendîka derveyî bernameyê hatiye hiştin bi bertek e. Wezîrê Derve Carl Bîldt jî nameyeke nivîsî û diyar kir ku divê sendîkayên Swêdê û binpêkirina mafên sendîkal û yên mirovan yên Tikriyeyê tevli bernameya Gul bê kirin.
MAFÊ MIROVAN TUNE ENDAMTI JÎ TUNE
Di nameyê de tê bibîrxistin ku TCO û rêxistinên kedê yên navneteweyî ji ber binpêkirina mafê mirovan û sendîkal Tirkiyeyê bi awayekî cidî rexne dike. Her wiha tê gotin ku Swêd piştgiriyê dide endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê lê ji ber ku di warê binpêkirina mafan de tu pêş ve çûn tune endamtiya YE’ê ne mumkun e.
Di nameyê de tê destnîşan kirin ku li gorî rapora ku IFS’ê li girtiyeyê 25 sendîkavan girtî ne, ji sedî zêdetir tên darizandin û di 25’ê hezîranê de di opersyona li dijî KESK’ê de 71 sendîkavan hatine binçavkirin. Her wiha hate diyarkirin ku 100 rojnameger jî girtî ne.
REWŞ JI DEMA CUNTAYÊ NE CUDA YE
Serokê Foruma Çep a Navnetewî Ann- Margerethe Lîvh di makaleya xwe de rewşa Tikriyeyê dişîbîne cuntaya salên 1960-70’yî ya li Yewnanîstan û Ispanyayê û diyar di ku desthilatdariya AKP’ê komkujî girtinê dişibin wê demê pêk tîne.
EZ TEVLI XWARINA GUL NABIM
Lîvh da zanîn k udi meha îlonê de Gul tê Swêdê û li Qesra Şardariyê bo wî xwarinek tê dayîn û wihgot: “Ez jî vexwendime. Lê ez naçim wê xwarinê. Ger ku derfet hebû ez nêzî Gul bibûma minê bigota çima dosta min Leyla Guven ev du sale girtiye. Minê jê bipirsya îsa di pîrozkirina Newrozê de gazabombeyê avêtin me. Gelek tiştên ez bipirsim hene. Ji ber ku ez dizanim derfetekî min yê wisa nîne ez naçim wê xwarinê.”