Li Danîmarkayê Newroz hat pîrozkirin

Li Danîmarkayê duh şev li Albertslundê di salona Musîkteaterê de Newroz hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê ku li bajarê Odense yê Danîmarkayê ji 19’ê Adarê ve destpê kiribûn, 20’ê Adarê jî li Navenda Çanda Kurd a Valby berdewam kirin. Li Albertslundê di salona Musîkteaterê de pîrozbahiya Kurdên li Kophenagê bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan ve pêk hat. 

Di pîrozbahiya li Navenda Çanda Kurd a li Danîmarkayê de Îsa Yildiz û Adar, Ramazan Ekîncî, Ramazan Kaya bi stranên xwe ve moral dan gel. Koma Zerdeşt a govendê û Koma Şanoyê ya bi nave Şehîd Yekta jî cihê xwe di şahiyê de girtin. Di berdewama pîrozbahiyê de Serhado û Hozan Kawa bi stranên xwe ve şahî bi dawî kirin. 

Di pîrozbahiyê de peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat pêşkêşkirin. 

Di pîrozbahiyê de Serokê Duyemîn ê Şaredariya Gladsaxe û Endamê Partiya Gelan a Sosyalist Serdal Benlî axivî û diyar kir ku ev têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê jî azadiyê nêz dike. 

Di pîrozbahiyê de peyamên Navenda Civaka Demokratik a Kurdên Danîmarkayê, PYD’ê, PJAK’ê hatin xwendin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de berxwedana li Bakurê Kurdistanê û Federasyona li Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin.