Li Çorlûyê leşkerê Kurd mirî hate dîtin

Li Çorlûyê leşkerê Kurd mirî hate dîtin

Leşkerê bi navê Nîhat Bakir yê qeytkiriyê şêniya Agiriyê ku li Çorlûyê leşkertî dikir, li yekîneya xwe ji serê xwe gulexwarî mirî hate dîtin.

Leşker Nîhat Bakir yê li navçeya Çorlû ya Tekîrdagê leşkertî dikir, piştî nîvro li yekîneya xwe mirî hate dîtin. Bakirê ku ji serê xwe gule xwarî û can dayî, ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyekî leşkerî ya Stenbolê. Malbata Bekir ya li Îzmîrê jiyan dikin jib o cenazeyê xwe bigirin çûne Stenbolê. Endamên malbatê dane diyarkirin ku, çi pirsgirêkên zarokên wan tunebû.

Parêzerê malbatê ji bo derbarê bûyerê de agahiyan bigirin li yekîneya leşkerî ya Çorlûyê geriya. Bi rayedarê ku pêre axivî, daye diyarkirin ku, tu kesê bûyer nedîtiye, Bekir li quncek yê yekîneyê mirî hatiye dîtin. Piştî otopsiya cenazeyê Bakir dê li Îzmîrê bêveşartin.