Li Colemêrgê ji bo domandina qedexeyê hinceta ku dema wê derbas bûye

Dewleta Tirk li Colemêrgê çalakî û kombûnan qedexe dike û şewba Covîd-19’ê wekî hinceta qedexeyê nîşan da.

Walîtiya Colemêrgê diyar kir ku heta 15 rojan hemû çalakî û kombûn hatine qedexekirin. Di nav hincetên qedexeyê de şewba koronayê jî hate nîşandan. Hate diyarkirin wê qedexe heta 5’ê Tîrmehê bidome.

Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê (WHO) di 5’ê Gulanê de diyar kiribû ku ‘rewşeke lezgîn a global tune’.  Dewleta Tirk jî gelek qedexe di 1’ê Tîrmeha 2021’an de rakiribû. Qedexeyên mabûn jî di Adara 2022’an de hatibû rakirin.