Li ciwanên 90 sal ceza ji bo wan tê xwestin, îşkenceya gardiyan

Li ciwanên 90 sal ceza ji bo wan tê xwestin, îşkenceya gardiyan

3 ciwanên endamên SDP’ê yên ku bi îdiaya ku Newroz bi fermana KCK’ê pîroz kirine hatibûn girtin û ji bo wan 90 sal ceza tên xwestin. Hate hînbûn ku 3 ciwanên li Girtîgeha Îskenderunê dimînin rastî îşkenceya gardiyanan hatine. Girtiyên ku rastî lêdana hovane hatin avêtin hucreyê.

Binpêkirinên girtîgehên Tikriyeyê her diçe dijwartir dibe. Wekî hemû girtîgehên Tirkiyeyê, li girtîgehên Çukurovahiyê binpêkirina mafan sînor bezandiye. Bedrettîn Akdenîz yên kul i girtîgeha Îskenderunê girtiye di telefonê de bi malbata xwe re got ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdanê hatiye.

3 endamên SDP’ê Bedrettîn Akdenîz, Dersîm Dînçer û Al Okutan bi hinceta ku bi fermana KCK’ê Newroz pîroz kirine hatin girtin û ji bo wan 90 sal ceza tên xwestin. Her sê ciwan 10 roj berê ji girtîgeha Mêrsînê sewqî girtîgeha Îskenderunê kirin.

JI JIYANA KURÊ XWE BI FIKARE

Dayika Bedrettîn Akdenîz, Ayşe Akdenîz diyar kir ku xwestiye bi kurê xwe re di telefonê de biaxive lê girtîgehê astenkiriye û wiha got: “Min israr kir, li ser vê ez min bi kurê xwe re hevdîtin kir. Kurê min j imin re got; Dayê pir xerab l ime dan. Me wekî dijimin dibînin. Piştî l ime dan em avêtin hucreyê. Çêrên pir xera ji me re kirin. Ez gardiyanên li kurê min xistine ,dê gilî bikim. Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im. Çi hewce be em dê bikin.”

KAYA: MA HUN DIXWAZN CANÊ WAN BIGIRIN?

Der barê mijarê de Serokê SDP’ya Mêrsînê Serkan Kaya jî got ew dê vê mijarê bişopînin û wiha got: “Ev êrîşa hovane nayê qebûlkirin. Em dê serî li merciyên têkildar bidin. Divê Wezareta Dadê û midûrê girtîgeha Îskenderunê daxuyaniyekê bide. Gelo we 90 sal kêm dît. Hun niha jî dixwazin canê wna bigirin. Divê demildest hevalên me ji hucreyê bên girtin û sewqî nexweşdaneyê bênkirin.”

Alî Okutan (19), Dersîm Dînçer (19) û Bedrettîn Akdenîz (20) bi hinceta di çarçoveya fermana KCK’ê de Newroz pîroz kirine di 27’ê nîsanê de hatibûn binçakirin û hatibûn berdan. Lê liser îtîraza dozger di 2 Gulanê de hatibûn girtin û şandin girtîgeha Mersînê. Ev her sê ciwan her yek rastî 5 hezar TL ceza hatin. Di îdianameya hatiya amadekirin de di nava delîlan de muzîkên kurdî û parvekirin facebookê hene.