Li Bûrsayê komeke ne diyar bi çekan êrîşî avahiya BDP’ê kir

Li Bûrsayê komeke ne diyar bi çekan êrîşî avahiya BDP’ê kir

Avahiya BDP'ê ya navçeya Bûrsa Yildirimê, rastî êrîşeke çekdarî ya komeke ne diyar ve hat

Komeke nasname ne diyar, derengiya şevê bi çekan avêtin ser avahiya BDP'ê ya li taxa Cûmalikizik ê.

Di dema êrîşê de kes di avahiyê de nebû, lê ji ber êrîşê camên avahiya BDP’ê şikestin û xisara madî rû da.

Li ser avahiyê şopên 7 guleyan hene û cendermeyên ku hatin gel avahiya BDP’ê, dest bi lêkolînê kirin.