BI DÎMEN

Li Bordeaûxê NCKD hat vekirin, rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat vekirin, rojbûna Ocalan hat pîrozkirin.

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat vekirin, rojbûna Ocalan hat pîrozkirin.

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat vekirin. Di heman demê de 67’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Di vekirina NCDK’ê de Adem Ûzûn jî amade bû. Piştî vekirina Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, deqeyek rêz hate girtin.x

Ûzûn li vir axivî û wiha got: “ Êdî kar hemû li ser milên gel e. Em ê li ber xwe bidin, statuya xwe bi dest bixin. Ji bo ku em statuya xwe bi dest bixin divê gel tiştê ku ji dest werin bi ruh û can bixebitin.”

Piştî axaftinan, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Ciwanan li gel gotina sirûdan û girtina govendê, soza xwedîderketina li berxwedan û navenda ku nû hatiye vekirin dan.

...