Li Beyrûd, Şam û Girê Spî aktîvîteyên Hefteya Qehremantiya

Aktîvîteyên bîranînê yên bi boneya Hefteya Qehremantiyê didomin. Di aktîvîteyên li Beyrûd, Şam û Girê Spî de ji fermandarên efsanewî yên PKK’ê Mahsûm Korkmaz hate bibîranîn, berxwedana Bakurê Kurdistanê hate silavkirin.

BEYRÛD

 Li paytexta Lubnan Beyrudê bi minasebeta Hefteya Qehremantiyê civînek hate lidarxistin. Civîn ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk û Komîteya Hunerê ya Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz ve li avahiya weqfê hate lidarxistin. Di civîna ku bi dehan kes tevlî bûn û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV – DEM) Pîroz Cûdî axivî. Cûdî li ser jiyana fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) agahî dan û got: “Bi şehadeta her têkoşerekî re îradeyeke mezin û artêşeke bi hêz çêdibe ku rêya wan bişopînin. Bi şehadeta heval Egîd re jî, artêşeke ku têk naçe hate avakirin.” Cûdî berxwedana Bakurê Kurdistanê jî silav kir û êrîşên AKP’ê şermezar kirin.

ŞAM

Bi boneya Hefteya Qehremantiyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Saziya Malbatên Şehîdan li Taxa Zorava ya Şamê civînek li dar xist.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê TEV-DEM’ê Kawa Qehreman axivî, di şexsê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de tevahî şervanên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Qehreman di axaftina xwe de hêzên Muxalefeta Sûriyeyê ku ENKS jî tê de ye, şermezar kir, diyar kir ku wê dîrok û malbatên şehîdan polîtîka û kiryarên van derdorana efû nekin.
Qehreman destnîşan kir ku Kurdên li Zorava heta dawiyê li gel berxwedana Bakurê Kurdistanê ne û vê berxwedanê pîroz dikin.

GIRÊ SPÎ

Şervanên YPG’ê li bajarê Girê Spî bi boneya bîranîna 30. salvegera şehadeta Fermandarê Efsanewî Mahsûm Korkmaz, merasîmeke leşkerî li dar xistin.Di merasîmê de Fermandarê YPG’ê Çiya Kobanê axivî. Kobanê di destpêka axaftina xwe de di şexsê Têkoşer Egîd de hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anîn û wiha domand: “Mahsûm Korkmaz fermandarekî leşkerî bû û em hemû li ser rêya wî dimeşin. Heta serkeftinê em ê li ser rêya wî bimeşin.”Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

QAMIŞLO 

Her wiha li Qamişlo jî ji rêveberên Rêxistina Ciwanên Şoreşger Rêzan Osman (Bîrhat Amanos) ê 2014’an tevlî refên YPG’ê bibû û 17’ê Sibata 2016’an di şerê li Şeddadê yê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dabû, di roja 40’emîn a şehadeta xwe de ji aliyê dayikan hate bibîranîn.
Di merasîma li hewşa malê pêk hat de, wêneyên Osman hatin daliqandin.