Li Bexdayê bi narincokan êrîşî ser navendeke dengdanê hate kirin

Vê sibehê li Taxa Sedrê ya Bexdayê bi narincokeke dengî êrîşî ser navendeke dengdanê hate kirin.

Îro vê sibehê di dema destpêkirina proseya dengdana taybet de li Taxa Sedrê ya Bexdayê bi narincokeke dengî êrîşî ser navendeke dengdanê hate kirin. Li gorî zanyariyan di wê êrîşê de ti ziyaneke giyanî û madî çênebûye, tenê narincokeke dengî bûye.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê got: “Pirsgirêkeke mezin nîn e, em ê lêkolînê li ser bûyerê bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku di dengdana taybet a îro de polîs, artêş, Heşdî Şe’bî û hemû ew beşên wezareta navxwe û wezareta parastinê dengên xwe bi kar tînin.