Li Bexda'yê teqîn: 20 kes mirin, 78 kes birîndar bûn

Li Bexda'yê teqîn: 20 kes mirin, 78 kes birîndar bûn

Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama rêzeteqînên duh bi şev de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 78 kes jî birîndar bûn.

Hêzên ewlekariyê dan xuyakirin ku şevê din li  Bexdayê herî kêm 10 wesaîtên  bombekirî li taxên cur bi cur hatine teqandin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, teqîn li taxên Nerir, Seyidiye, Husêniye, Betawin û Zeiferaniyê Bexdayê pêk hatine. hat ragihandin ku di encama de harî kêm 20 kes mirine û 78 kes jî birîndar bûne.