Li Beşîktaş a Stenbolê di avahiya 42 qat a Polat Tower de şewat derket. Dumana agir Mecîdiyekoy jî kir bin badora xwe û mudaxale didome.
Li Fulya ya Beşîkştaşê di avahiyekê de şewat derket û sedema wê jî nayê zanîn. Hate hînbûn ku sîstema îzolasyon ya eniya derve ya avahiyê şewitiye û di hundir de jî gelek kes asê mane. Gelek ekîbên îtfayê çûn cihê bûyerê. Her wiha helîkopterên agirkujê jî ketin dewrê.
Îstayonên benzîn yên gel avahiyê hatin valakirin, parçeyên ji qatan ketin rê li ber fikaran vekir. Di vê navberê ji bo pêşîgirtina agir av li avahiyên gel wê jî tê kirin. Der barê wendahiya can de tu agahî tune.